Tugluk ji bo girtiyên nexweş guherîna qanûnê xwest
Tugluk ji bo girtiyên nexweş guherîna qanûnê xwest
Tugluk ji bo girtiyên nexweş guherîna qanûnê xwest
Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk der barê girtiyên nexweş de ji bo guherîna qanûna hejmar 6411 bê kirin pêşnûme da.
Parlamentera serbixwe ya Wanê û hevsroka KCD’ê Aysel Tugluk, der barê nexweşên girtî de pêşnûme qanûna ku guherîna ‘Kanûna Dadgeha Cezya Hejmar 6411 û Qanûna Der Barê Înfazê ya Tebîrên Ewlehiyê de’ pêşkêşî meclisê kir.
Tugluk bi beşa hincetê ya pêşnûmeyê de da zanîn ku li gorî qanûna hejmar 6411’an ji bo tahliyekirina girtiyên nexweş, rapora tipa edlî têr nehatiye dîtin û li vê jî ‘ewlehiya civakê’ hatiye zêdekirin. Ji ber vê jî nexweşê ku nekaribe di girtîgehê de bimîne jî wekê ku ‘Ji bo ewlehiya civakê bi xetere’ tê dîtin û nayê tahliyekirin.
Tiştek wisa zirarê die hestên edeletê . Kesên bi nexweşiyên mirinê ketine, terkî keyfa polîsan hatine kirin. Ev ne mirovahiye. Lê divê ji bo tahliyekirinê rapora tipa edlî têr bike.