Terora dewletê ya li Sûrê wê were protestokirin-HAT NÛKIRIN

DBP, wê terora dewletê ya li Sûrê îro li Amedê protesto bike.

DBP, wê terora dewletê ya li Sûrê îro li Amedê protesto bike.

Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Amedê, ji bo meşa îro saet di 17:00 de banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser mijarê de hat gotin, "Piştî dorpêçkirina navçeya me Sûrê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve, îro danê sibehê hêzên ewlekariyê yên dewletê dest bi êrîşê kirin û welatiyên me birîndar bûne. Walîtiya Amedê ji danê sibehê ve qedexeya derketina derve îlan kiriye. Hewl tê dayîn li navçeya me Sûrê, planeke mezin a komkujiyê bi cih were anîn."

GIRSEYA GEL WÊ SAET DI 17:00 DE LI BER AVAHIYA DBP'Ê YA BAJÊR BICIVE

Rêxistina DBP'ê ya Amedê diyar kir ku bi armanca şermerzarkirina dorpêçiya Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve, bi beşdariya rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî wê meşeke mezin were lidarxistin û ev bang kir, "Bi beşdariya sazî û pêkhateyên me re îro (6'ê Îlonê) saet di 17:00 de ji ber avahiya me ya DBP'ê heta navçeya me ya Sûrê em ê bimeşin. Em dixwazin di vê meşa xwe de we jî di nava xwe de bibînin."

JI KJA'YÊ BANGA BEŞDARIYÊ

KJA'yê jî bi daxuyaniyekê banga beşdariya çalakiyê li gel kir û got, "Ji duh û vir ve ji aliyê walîtiyê ve li navçeya me ya navendî ya Amedê Sûê, derketina derve hatiye qedexekirin. Encamên qedexeya derketina derve ya hatiye ragihandin, ne kêmî ya dema rewşa awarte (OHAL) e. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku hiş û bala xwe bide ser vê mijarê û îro saet di 17:00 (pêncan) de li ber avahiya DBP'ê ya bajarê Amedê bicive."