Telegraph: Endamên El Qaîdeyê ji ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin

Telegraph: Endamên El Qaîdeyê ji ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin

Rojnameya Daîly Telegraph di manşeta xwe de bi sernavê ‘Çeteyên El Qaîdeyê ji Tirkiyeyê diçin Sûriyeyê’  weşand û rola Tirkiyeyê ya di pevçûnên Sûriyeyê de girt dest.

 Di nivîsê de baldikişînin ser hejmara şervanên El Qaîdeyê û da zanîn ku van koman komên muxalîf yên wekê Artêşa Azad a Sûriyeyê di bin siya xwe de hiştine.  Di nivîsê de hat destnîşan kirink u bikaranîn axa Tirkiyeyê ya ji aliyê El Qaîdeyê ve, der barê rola wê ya di şerê Sûriyeyê de jî girt dest.

Rojnameyê polîtîkayên sînor yên Tirkiyeyê jî nirxand û der barê ku gelo Tirkiye vê jinedîtîve tê an jî kontrola xwe wenda kiriye de, fikarên wan hene.

Pisporê şîrketa IHS Jane’s ya Îngîlîz ku li qadên parastinê şêwirmendiyê dike, Charles Lîster wiha dibêje: “Der barê zêdebûna cîhadvanên biyanî ya li Sûriyeyê de îdiayên mezin hene.  Têkiliya vê bi derbasbûna şervanan a ji sînor, heye.

Hat gotin ku hejmara van kesan 10 hezar dîtiye û ji welatên cuda yên cîhanê hatine û got beriya ev derbasî Sûriyeyê bibin bi hefteyan li wir radiwestin.