Statîstîkên der heqê jinan tên berevajîkirin
Statîstîkên der heqê jinan tên berevajîkirin
Statîstîkên der heqê jinan tên berevajîkirin
Ji Koma Jinê ya EM WEKHEV IN parêzer Hulya Gulbahar diyar kir ku statîstîkên der heqê jinan, ji aliyê saziyên fermî ve bi awayekî berevajî tên aşkerakirin û got, "Zêdebûna tundî û qetilkirina jinan bala tevahiya cîhanê dikşînin. Lewma statîstîkên heyî careke din ji aliyê navgînên dewletê ve tên berevajîkirin."
Rêxistinên jinan dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê Hefteya Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê kirin. Di rojeva jinan de îsal jî qetilkirina jinan heye ku her diçe zêde dibe.
Qetilkirina jinan çima ewçend zêde dibe? Di vê mijarê de hejmara rastî çiye? Çima Serokwezîr Erdogan ewçend bi jinan re eleqedar dibe? Polîtîkayeke hikûmetê ya têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê heye?
Bersiva van pirsa beriya 25'ê Mijdarê ji Koma Jinên ya EM WEKHEV IN parêzer Hulya Gulbahar da me.
Der heqê destwerdana Serokwezîr Erdogan a li wargeh û malên xwendekarên keç û xort de Gulbahar anî ziman ku di hedefa nîşana bi Keç/xort de destpêkê din, dûre jî civak heye. Gulbahar ragihand ku nîqaşên kurtaj û sezeryanê beriya niha ji aliyê hin derdorên siyasî ve weke mijûlkirina raya giştî hatiye nirxandin û got, "Ev nêzîkatî ne rast e, mijûlkirina raya giştî nîne. Bi zanebûn li dijî rêbaza jiyanê operasyonek tê lidarxistin. Ji bo jiyana civakî jin zayendeke gelekî girîng e. Lewma hemû desthilatdaran hewl dane jinan kontrol bikin."
HEWL TÊ DAYÎN, CIVAK JI NÛ VE BÊ AVAKIRIN
Gulbahar ragihand ku du sedemên bingehîn ên vê destwerdanê hene û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ya yekemîn; tevgereke jinê ya rêxistinbûyî heye ku her diçe xurt dibe. Ev tevgera jinê ji bo pîvana cihêkariya pozîtîf û temsîlkariya wekhev dikare zextê li desthilatdariyên siyasî bikin. Di çarçoveya pêvajoya endametiya Yekitiya Ewropayê de reformên divê ji bo wekheviya jin-mêr werin kirin, destê tevgera jinê xurtir dike, desthilatdarî ji bo guhertinê ji du aliyan ve dikeve bin zextê. Guhertina Qanûna Medenî desthilatdariyek beriya ya niha hatibû rojevê.
Nuqteya duyemîn; Di desthilatdariyên beriya 2002'an de -ji bilî dijderketinên marjînal- di warê destûra bingehîn de mijara wekheviya jin û mêr polîtîkaya fermî ya dewletê bû. Lê belê bi dîtina min piştî sala 2002'an ev polîtîka hat terikand. Di pêşnûmeya guhertina destûra bingehîn a 2009'an de jin, zarok, kal, pîr û astengdar di kategoriya derdorên pêwistiya xwe bi alîkariyê hene hatin nirxandin, weke derdorên statuya destûra bingehîn dê bê parastin li destûra bingehîn hat bicihkirin û bi vî rengî ji felsefeya dewletê ya 'hemû beşên civakê welatiyên wekhev in' guhertineke bingehîn pêk hat. Ji ber vê yekê tevahiya civakê li ser modêla malbatê ya bavkanî ji nû ve tê ava kirin."
Ji Koma Jinê ya EM WEKHEV IN parêzer Hulya Gulbahar da xuyakirin ku Serokwezîr Erdogan nêrîna xwe ya herî zelal a di mijara pirsgirêka 'jinê' de di civîna li Dolmabahçe ya bi rêxistinên jinan re anî ziman û got; "Ez ji wekheviya jin/mêr bawer nakim."
ŞERT Û MERCÊN JIYANÊ YÊN JINAN XERABTIR DIBIN
Gulbahar ragihand ku Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê, ku Tirkiyê di sala 2012'an de îmze kir nîşan dide, tundiya li dijî jinê ji ber tinebûna hevsengiya hêzê ya li nava civakê ye û destnîşan kir ku divê di têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê de beriya her tiştî ev bêhevsengiya hêzê ya navbera jin û mêr were çareserkirin. Gulbahar got, "Divê jin weke mêran mîna mirovan bi wekhevî ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin. Eger di kar, navgînên siyasî, spor, perwerde û parvekirina hemû dewlemendiyên madî yên welêt de wekhevî pêk were, dê tundiya li dijî jinê jî kêm bibe û di rewşeke wekheviya rastîn de jî wê tundî bi temamî ji holê rabe."
Gulbahar diyar kir ku di statîstîkên tevgerên jinan de hatiye dîtin ku Tirkiye li qada navneteweyî di mijarên perwerde, hatineyên ji bo mirovan, kar, tundiya li dijî jinê, li qadan temsîlkariya jinê de, di rêzên herî dawî de cih digire. Gulbahar got, "Di van statîstîkan de em dibînin ku Tirkiye her sal li dû çend welatên din dimîne. Diyare li gel hemû propagandayan jî şert û mercên jiyanê yên jinan her sal xerabtir dibin. Zêdebûna tundiya li dijî jinan û qetilkirina jinan, bala tevahiya cîhanê dikşîne. Ji ber vê yekê navgînên dewletê statîstîkên heyî berevajî dikin."
STATÎSTÎK TÊN BEREVAJÎKIRIN
Gulbahar di vê mijarê de pêşniyar pirseke Parlamentera DTP'ê Fatma Kûrtûlan a pêşkêşî Meclîsê kir û ragihand ku bersiva Wezareta Edaletê ya di Tîrmeha 2009'an de da gelekî balkêş bû. Gulbahar got, "Li gorî vê yekê ji sala 2002'an heta sala 2009'an yanî di dema desthilatdariya AKP'ê de qetilkirina jinan ji sedî Hezar û 400 zêde bûye. Ev hejmar ne hejmarên rêxistinên jinan an jî lêkolînerên sivîl ên cuda ne. Yekser hejmara fermî ya Wezareta Edaletê ye ku di nivîsên Meclîsê de jî cih girtine. Li gorî vê yekê di 6 mehên destpêkê yên sala 2009'an de hejmara jinên hatine qetilkirin 953 ye. Di nava vê hejmarê de jinên weke xwe kuştiye, bi jehrê ketiye yan jî neçarî xwe kuştinê bûye, cih nagirin. Ev 953 yekser di encama bûyerên kuştinê de jiyana xwe ji dest dane. Eger ev hejmar li rojê were parvekirin hingî serê her rojê 5 jin hatine qetilkirin. Ji ber vê yekê ez ji vê re dibêjim qirkirina zayend. Ji ber ku di dîrokê de û li ti welatekî cîhanê tiştekî wiha nehat jiyîn."
Gulbahar da xuyakirin ku li pêşberî vê rewşê ji sala 2009'an heta sala 2013'an di pêkanîn û daxuyaniyên desthilatdariyê yên pêşî li tundî û qetilkirina jinan bigire, guhertin çê nebûye, tiştekî berçav nehatiye kirin.
Gulbahar ragihand ku di 20'ê Gulana 2013'an de Wezîra Malbatê Fatma Şahîn hejmareke nû ya der heqê qetilkirina jinan de, ku hatiye kêmkirin aşkera kir û got, "Li gorî vê hejmarê di tevahiya sala 2009'an de hejmara qetilkirina jinan 171 tê dîtin. Wezîrekî dewletê di daxuyaniya xwe ya li Meclîsê de dibêje di 6 mehên destpêkê Yên salê de 953 jin hatine qetilkirin, wezîreke din jî dibêje di tevahiya heman salê de 171 jin hatine qetilkirin. Ji ber vê yekê statîstîk rastiyan nîşan nadin."
Gulbahar ragihand ku desthilatdariya AKP di şûna pêşîgirtina li tundî û qetilkirina jinan, di nava hewldanên guhertina nîşaneyên bingehîn ên aborî û civakî de ye û got, "Hewl dide bi gotina 'tundiya li dijî jinê sûc e, gunehe' nîşan bide ku ew li dijî tundiyê têdikoşe. Ji ber ku niyeta xwe ya jiholêrakirina tundiya li dijî jinê nîne, hewl dide ti navgîneke dewletê ya di nav de peyva jinê derbas dibe, nehêle, hemûyan biguherîne. Piştî rakirina Wezareta Jinê, niha jî nîqaş tê kirin ku Komîsyona Wekheviya Firsendê ya Jin û Mêr a Meclîsê veguherîne Komîsyona Malbatê."
Gulbahar ji bo parastin mafên heyî yên jinan bal kişand ser girîngiya piştevaniha tevgerên jinan ên li Tirkiyê.