Serokê Rêxistina HDP ya Îzmîrê li qereqolê rastî kiryarên xerab hat

Serokê Rêxistina HDP ya Îzmîrê li qereqolê rastî kiryarên xerab hat

Serokê Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê Cavît Ûgûr li Qereqola Polîsan a 100 Yil a li Taxa Ataturkê, rastî heqaret û hewldana lêdanê hat. 

Serokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Cavît Ûgûr, ji bo der heqê binçavkirina Xwendekarekî Zanîngeha Ege'yê de agahiyan bistîne çû Qereqola Polîsan a 100 Yil a li Taxa Ataturkê. Lê belê polîsên li vê derê heqaret li Ûgûr kirin û hewl dan lê bidin. Polîsan Ûgûr demekê li odeya lêpirsînê ragirtin û piştre serbest berdan.

Ûgûr ragihand ku ew li qereqolê rastî tundiyê hatiye û anî ziman ku ewê giliyê polîsên heqaret li wî kirine û hewl dane lê bide, bike.