Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Serokê Meclisê bi koordînatorên komîsyonê re civiya

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş beriya civîna komîsyonê, bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya.

KOORDÎNATORÊN KOMÎSYONÊ

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, beriya civîna ewil a komîsyona li Meclisê ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya.

Kurtulmuş, bi Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdulhamît Gul, Serokwekîlê Koma Partiya Yenî Yolê Bulent Kaya û bi Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr re li Meclisê civiya.