Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Seredana şîna gerîlayê HPG’ê Kadrî Olaş hate kirin

Bi girseyî seredana şîna gerîlayê HPG’ê Kadrî Olaş a li navçeya Elkê ya Şirnexê hate kirin.

Malbata gerîlayê şehîd ê HPG’ê Kadrî Olaş (Munzûr Mordem) li Taxa Karşiyaka ya navçeya Elkê ya girêdayî Şirnexê şîn danî.

Bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî li navenda navçeyê kom bûn û bi berzkirina dirûşmeya ‘’Şehîd namirin’’ heya mala şînê meşiyan. Girseyê li cihê şînê merasîma rêzgirtinê li dar xist û ji malbatê re sersaxî xwest.

Hevserokê Bajêr ê Şirnexê yê DEM Partiyê Ramazan Ûysal bal kişand ser Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin û anî ziman ku divê hemû kes piştgiriyê bide pêvajoyê.

Hevserokê Bajêr ê Mersînê yê DEM Partiyê Reşat Aşan jî diyar kir ku ji bo mezinkirina birêxistinbûnê ew ê têbikoşin.