Rûsya derbarê topbarana Serêkaniyê banga lêkolînê kir

Rûsya derbarê topbarana Serêkaniyê banga lêkolînê kir

Rûsya metrsîna xwe di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê komên çete yên DAIŞ/Baskê El-Nusra ve û di derbarê bikaranîna topên ku tê gûmankirin madeyên kîmyawî li Serêkaniyê banga lêkonînê kir.

Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê metirsîna xwe di derbarê nûçeyên ku behsa bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyeyê anî ziman. Di daxuyaniya ku li ser Ajansa Nûçeyan a Mosko hate weşandin de tê gotin ku, careke din agahî hatine bidestxistin ku çekên kîmyawî li Sûriye hatine bikaranîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di vê mijarê de divê lêkolîn bêne destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li Serêkaniyê ya li ser sînorê Tirkiyê çekên kîmyawî bikar anîne. Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, di biryarên Meclîsa Ewlekarî ya Navnetewî ya bi hejmara 2118'an de ku di civînê de berpirsyariya ketina çekên kîmyawî di destê aliyên ji bilî hikûmetê dikeve ser milê welatên cîranê Sûriye û ev ji vê yekê berpirsyar in. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, komên Îslamî yên radîkal û di serî de Baskê El-Nusra û DAIŞ'ê di demên dawî de kiryarên dijî mirovahî li herêmên kurdî  yên li Rojavayê  Kurdistanê (Bakûrê Sûriyeyê) pêk anîne.

Hate gotin ku, Komên çete yên DAIŞ'ê topên ku avêtine Serêkaniya Serxetê û Serêkaniya Binxetê dûmana zer ji wan derdiket û kesên nêzî wê dibûn kêj dibûn û vedireşiyan. Welatiyên herêmê diyar kirin ku, ev top madeyên kîmyawî di wan de hebûn.