Rojnameya ROJEV bi hejmara taybet ji bo Denîz Firat hat weşandin

Rojnameya ROJEV bi hejmara taybet ji bo Denîz Firat hat weşandin

Rojnameya ROJEV a heftane ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) tê weşandin, piştî du mehan bi hejmara taybet ji bo bîranîna edîtora rojnameyê Denîz Firat hat çapkirin û belavkirin. 

Rojnameya ROJEV a heftane ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) tê weşandin, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember wargehê du mehan nehat derxistin. Rojnamevana çapemeniya azad Denîz Firat (Leyla Yildiztan) a di heman demê de edîtora rojnameya ROJEV bû, 8’ê Tebaxê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi hewanan li Çiyayê Qereçoxê jiyana xwe ji dest da. Xebatkarên rojnameyê ji bo bîranîna Denîz Firat rojname bi hejmara taybet derxistin û li gelê wargehê belav kirin. 

Di hejmara taybet a rojnameya ROJEV de hevalên Denîz Firat behsa jiyan û têkoşîna Firat kirine. Her wiha nivîsa Firat a bi navê “Di her kêliyekê de parçeyekî lêvkenî heye” jî cih digire. 

Di quncika “Ji Rojev” a rûpelê 3’yemîn ê rojnameyê de ku herî dawî Denîz Firat bi nivîsekê rojeva Kurdistan,  herêm û cîhanê ragihandibû, hevalên wê wiha nivîsandine: “Ji ber ku piştî demek dirêj em dîsa dest bi weşana rojnameya xwe dikin, hem kêfxweş in hem jî xemgîn in. Kêfxweş in ji ber ku me pênûsa hevala xwe ya leheng Denîz Firat li erdê nehişt. Lê di heman demê de em xemgîn in ku çapa rojnameya xwe ya vê carê bêyî hevala xwe ya leheng Denîz Firat çap bikin. Di çapa herî dawî ya rojnameya me de weke edîtora rojnameya me hevala Denîz Firat xîtabî we kiribû. Ji ber vê sedemê jî em çapa vê carê ya rojnameya xwe diyarî hevala xwe ya rojnamevana şoreşger şehîd Denîz Firat dikin...” 

Gelê wargehê têkildarî ji nû ve weşana rojnameya ROJEV û bi taybet bi hejmara taybet a ji bo bîranîna Denîz Firat a berxwedan û têkoşîna Mexmûrê ya li hember çeteyên DAIŞ di eniyên herî pêş de ji cîhanê re radigihand, kêfxweşî û xemgînî pêkve jiyan.