Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo wê bêne şopandin.

-  Di çarçoveya pêvajoyê Aşitî û Civaka Demokratîk de komisyona ku li Meclîsê hate avakirin îro yekemîn civîna xwe pêk tîne.

- Seroka TransformEurope Barbara Steiner got ku, "heta ku Ocalan di bin tecrîtê de be, em ê çawa bikarin behsa aştiyê bikin?” û destnîşan kir ku ji bo di nav atmosferek baş de tevlî hevdîtînên aşitiyê bibe û ji bo pêşveçûna aştiyê divê Rêber Apo azad bibe.

- Parlamenterê DEM Partiyê Celal Fîrat diyar kir ku bi daxuyaniyên Tevgera Azadiya Kurd pirsnîşanên di nav civaka Elewî de hatine zelalkirin û di vê pêvajoyê de Elewî û Kurdan hevdu baştir fêm kirine.

- Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, balkişand ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Dêrsimê têne meşandin, di serdema nû de pêwîstî bi rêxistinbûnê û vê rêxistinbûnê li hemû dînamîkên civakî yên bajêr belavkirina heye.

- Tê îdiakirin ku di Yekîtiya Îslamî ya Tirk a Avusturyayê (ATİB) de pereyên alîkariyê ji bo xerckirinên taybet, şahî û bertîlan hatine bikaranîn; dahatiyên hec û qurbanê jî ji bo armancên cuda hatine xerckirin û kontrolker ji bo gerên luks hatine vexwendin.

- Zîlan Rûstem bi sekna xwe ya ji xwe bawer, bi rikerastbûn û radîkalbûna xwe, bi rûkenî û sadebûna xwe tevahî dilên hevalên xwe û gelê xwe yê Şengalê fetih dike. Ew li Şengalê dibe mînakeke xurt a hevrêtiya jina şoreşger. 

- Bi beşdariya berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Türkoğlu, saet di 11:00’an de li ber Girtîgeha Sincanê, li dijî şewitandina înfazan, kiryarên keyfî û polîtîkayên zordariyê yên li girtîgehan, daxuyaniyeke çapemeniyê wê bê dayîn.