Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Bûyerên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo wê bêne şopandin.

-Serokwezîra Koma DEM Partiyê Gulistan Kılıç Koçyiğit wê li Meclîsê ji bo nirxandina geşedanên rojane civîneke çapemeniyê li dar bixe.

-Di salvegera 11’emîn a qirkirinê de, Şengalê ku di bin metirsiyê de ye, ji bilî naskirina qirkirinê, naskirina statûya xweser a Şengalê û avakirina dadgeheke navneteweyî ya taybet pêwîst e.

-Gerîlayên jin tenê bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaşkirinê sînordar namînin. Her wiha li ser berpirsiyariyên ku manîfesto dide ser milê jinan û tiştên ku jin di vê pêvajoyê de dikarin bikin jî dinirxînin.

-Gelê Dêrsimê ji bilî baweriya xwe ya bi Tevgera Azadiya Kurd, bi taybetî rexne û pêşniyaran li siyasetmedarên herêmî û DEM Partiyê jî dike. Gel daxwaz dike ku di serdema nû de zêdetir li ser pirsgirêkên Dêrsîmê bal were kişandin.