Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

ROJEV

* Bûyerên piştî banga Rêber Apo û şewitandina çekan a komek ji gerîla wê bêne şopandin.

* Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku komîsyona ku li meclîsê bê avakirin, divê rêya pêvajoya çareseriya demokratîk veke û got: "Divê komisyoneke ji bo çareserî û aştiyê ya rastîn were avakirin.”

* Li Bedlîsê bi hinceta "ewlehiyê" birîna daran bi awayekî sîstematîk tê meşandin û ji sedî 40 qadên daristanan hatine tİnekirin. Gundî dibêjin ku birîna daran bi destûra dewletê dest pê kir û tevî qedexeyê jî şîrketên mezin daran dibirin.

* Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan, bên şopandin.

* Wê li Bazîdê konferansa “Girîngiya Yekîtiya Kurd” were lidarxistin. Hevberdevkê Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç diyar kir ku konferans ji bo yekîtiya di navbera Kurdan de girîng e.

* Gaziyên şer der barê pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin gotin, “Divê herkes bi taybet jî jin û ciwan tiştên di vê pêvajoyê de ji wan tê xwestin pêk bînin û ji bo serketinê erkên xwe bînin cih.”