Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

ROJEVA 25’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga Rêber Apo û şewitandina çekan a komek ji gerîla wê werin şopandin.

Jody Williams a ku sala 1997’an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt û Dr. Şîrîn Ebadî ku sala 2003’an heman xelat wergirt, di nameya ji bo saziyên navneteweyî de xwestin, ji bo azadiya Rêber Apo û tevlîbûna li pêvajoya aştiyê piştgiriyê bidin.

Li Suwêdayê ku di bin êrîşa çeteyên SMO, DAÎŞ û HTŞ’ê de ye, gel cenazeyên xwe bi bêdengî vedişêre. Bi dehan cenaze beriya ku nasnameya wan diyar bibe û agahî ji malbatên wan re bê dayin têne veşartin.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku li bajarên cuda yên Sûriyeyê bûyerên revandin, windakirin û tundiya zayendî ya li hemberî jin û keçên civaka Elewî di asteke metirsîdar de ne.

Koçerên ku ji ber ziwabûn û krîza aboriyê nikarin sûdê ji heywanên xwe werbigirin, anîn ziman ku hatine bi têrî lêçûnan nake û gotin, “Em dest ji vî pîşeyî berdin an jî bernedin, em birçî ne.”