Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

ROJEVA 23’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî peyama Rêber Apo û şewitandina çekan a komek ji gerîlayan wê bêne şopandin.

Endama Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît anî ziman ku daxwaza wan ew e ku rê ji siyaseta demokratîk re bê vekirin û got, komîsyona li meclîsê bê avakirin divê giraniyê bide ser qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk.

Di salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê de gelê Kurdistanê û dostên wan xwe amade dikin ku 26’ê Tîrmehê li bajarê Lozan ê Swîsreyê peymanê şermezar bikin.

Grev birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Xarpetê dewamd ike. Parlamenter Serhat Eren diyar kir ku Rêveberiya Girtîgehê dibêjin ‘Pêvajo me eleqedar nake’ û êşkenceyê dewam dike. Serhat Eren got, “Divê wezaret vê yekê rawestîne.”

Hevseroka Dersimê ya DEM Partiyê Humeyra Tosûn diyar kir ku gelê Dersimê ji dewletê bawer nake û got, “Di civîneke gel de yek rabû got, ‘Di 38’an de çekên me kom kirin, lê belê piştre em qetil kirin’. Gel bi fikar e, lê bi hêvî ye.”