ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

- Geşedanên piştî peyama Rêber Apo û şewitandina çekan a ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve, wê bên şopandin.

- Siyasetmedaran diyar kirin ku pêvajoya ku piştî banga Rêber Apo destpê kir li Başûr bi merasîma çekberdanê re gihişt qonaxeke nû û destnîşan kirin ku êdî berpirsyarî dikeve ser milê dewletê.

- Dîrokzan Sedat Ulugana şewitandina çekan a ji aliyê gerîlayan ve, wiha pênase kir: “Agir weke çand sosyo-dîrokî, bi gelê Kurd re bûye yek. Sembola berxwedêrî, ronahî û jinûve ji dayikbûnê ye.”

- Endama Meclîsa Ciwanan a HDK’ê Eda Kalafat got, piştî 27 salan bihîstina dengê Rêber Apo, ji bo ciwanan pir girîng e û hêz û kelecan dide wan.

- Soydan Akay diyar kir ku ji bo pêvajoya nû divê bersiva pirs û fikarên gel were dayîn û destnîşan kir ku divê manifestoya Rêber Apo bigihije gel.

- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan wê bên şopandin.