Radyoya Swêdê: Çekên ji bo El Nûsra di ser Tirkiyê re tên şandin

Radyoya Swêdê: Çekên ji bo El Nûsra di ser Tirkiyê re tên şandin

Ajansa Ekot a Radyoya Dewletê ya Swêdê ragihand ku meleyê berê yê mizgefta herî mezin a li Swêdê ya li taxa Sodermalm a Stockholmê Haytham Rahmeh, ji bo komên li Sûriyê şer dikin çekan peyda dike. Ajansê diyar kir ku Rahmeh çekên ji Lîbyayê peyda dike, di ser Tirkiyê re dişîne Sûriyê.
Ji nûçegîhanên Radyoyê Kajsa Norel û Carolîne Jemsby dan xuyakirin ku rêxistinbûyîneke bi navê "Komîsyona Parastina Sivîlan" ji serhildêrên li Sûriyê re çekan peyda dike û mele Haytham Rahmeh jî ev sal û nîveke wezîfeya şandina çekan ji bo Sûriyê girtiye ser milê xwe.
Yek ji navên girîng ên mûxalefat SûriYê Kamal al-Labvanî ji Ajansa Ekot re ragihand ku "Komîsyon" ji depoyên çekan ên li Lîbyayê çek kiriye û piştrast kir ku Rahmeh çekan ji Bosna û Romanyayê derbasî Tirkiyê dike û di ser Tirkiyê re dişîne Sûriyê.
Yek ji lêkolînerên Zanîngeha Cambrîde Raphael Lefevre beriya niha bi Rahmeh re hevpeyvînek kiribû û ji Ajansa Ekotê ragihand ku mele qeçaxçitiya çekan dike û anî ziman ku mele çekan dişîne Sûriyê bi taybetî jî Hûmûsê. 
Ajansa Ekot nekarî xwe bigihîne mele Rahmeh. Lê belê Serokê "Komîsyona Parastina Sivîlan" Nassir Hakîm pişrast kir ku Rahmeh karê fînansmaniya rêxistinê dimeşîne. 
Berpirsyarê Têkiliyên bi Çapemeniyê yê Polîsê Ewlekariyê ya Swêdê (Saepo) Mark Vadasz da xuaykirin ku ewê der barê nûçeyên di çapemeniyê de derketine, daxuyaniyê nede.
Nûçegîhanê Rojhilata Navîn ê Rojnameya Expressenê Kassem Hamede jî ji ANF'ê re axivî û got, "Dema serhildanê destpê kir, ez çûm sînorê Tirkiye-Sûriyê yê hingî di destê serhildêran de bû. Min bi xwe dît ku serhildêran bombeyên bi destan hatine çêkirin û çekên ferdî derbasî Sûriyê dikirin. Ne tiştekî xumamî û ne sir e ku Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê destê çekdaran bi çekan tijî kirine."