Polîsan piştî ku cenazeyê Bîrlîk bi erdê ve kişandin, wêneyê hev kişandin

Dîmenên nû yên Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê bi birîndarî ji aliyê tîmên taybet ve hate înfazkirin û piştre jî li pişt wesayîta zirxî hate girêdan derketin holê. Di dîmenan de tîmên taybet li dora cenazeyê Bîrlîk kom dibin û wêneyên hev dikişînin.

Dîmenên nû yên Haci Lokman Bîrlîk ê li taxa Dîcle ya Şirnexê bi birîndarî ji aliyê tîmên taybet ve hate înfazkirin û piştre jî li pişt wesayîta zirxî hate girêdan û bi erdê ve hat kaşkirin, ji aliyê DÎHA ve hat weşandin. Dîmen aydî kargehekî ku nêzî Qereqola Polîsan a Ş. Mehmet Îşler e. Di dîmenan de li cadeya Ozel a li taxa Dîcleyê Bîrlîk li pey wesayîtê tê girêdan û bedana wî heta cadeya Orman a ku qereqol lê ye tê kaşkirin. Wesayîta zirxî ya bedena Bîrlîk pey hatiye girêdan dikeve cadeya Ormanê û piştre jî wesayîteke Ranger û nêzî 10 wesayîtên din ên zirxî tên dîtin. 

Dema ku cenazeyê Bîrlîk tînin ber qereqolê polîsên ku li ber derî ne û yên li hundirê wesayîtê daneketine wêneyê Bîrlîk ê girêdayî wesayît e dikişînin. Tê fêm kirin ku wêneyê hatiye kişandin yê li ser medyaya civakî ye. Di dîmenan de polîsên ku ji wesayîtên zirxî peya dibin li dora cenazeyê Bîrlîkê bi wesayîtê ve girêdayî ye kom dibin. Tê dîtin ku hin polîs bi rûpoş in hin ji wan jî rûyên wan vekirîne. 

LI DORA CENAZE WÊNEYÊ HEV DIKIŞÎNIN

Di dîmenan de tê dîtin ku nêzî 30 polîsan hene û piraniya wan jî wêneyê Bîrlîk ê girêdayî wesayîtê dikişînin. Hin polîs jî li dora cenaze bi awayeke komî wêneyên hev dikişînin. Ev yek bi awayeke zelal tê dîtin. Polîs piştî ku qasî 5 deqîqe li dora cenazeyê Bîrlîk disekinin piştre benê ku cenaze bi wesayîtê girêdayiye vedikin. Polîs piştî ku cenaze ji wesayîtê vedikin, cenaze bi wesayîteke zirxî dikin û dikevin rêya nexweşxaneyê û bi wesayîta ku hatine vedigerin û balkêş e ku cenazeyê Bîrlîk dixin wesayîta ku ew li erdê kaş kirin.

...