Platforma Aştiyê ya St. Gallen li dijî polîtîkayên şer meşiya

Platforma Aştiyê ya St. Gallen, li hemberî şerên li gelemperiya cîhanê diqewimin û li dijî polîtîkayên şer, meşeke mezin pêk anî.

Platforma Aştiyê ya St. Gallen, li hemberî şerên li gelemperiya cîhanê diqewimin û li dijî polîtîkayên şer, meşeke mezin pêk anî.

Li bajarê Swîsre St. Gallenê bi beşdariya bi sedan mirovî, li dijî şer û polîtîkayên şer ên li Kurdistan û cîhanê meşeke mezin hat organîzekirin.

Meşa li St. Leonardparkê destpê kir ji aliyê Platfroma Aştiyê ya St. Gallenê ve hat lidarxistin, ku platform di sala 2014'an de li ser peşniyara Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DEM-KURD), ji aliyê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Sosyal Form (SUFO), Pêkhateya Antî Faşîst a Swîsreyê û DEM-KURD'ê ve haibû avakirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Ji şer re na", "Di destpêkê de mirovan biparêzin, dûre sînoran" hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî piştgiriya enternasyonal, "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Cizîrê" hatin qîrÎn.

Piştî meşê li Grunîngerplatzê, ku piştî şerê duyemîn ê cîhanê weke sembola aştiyê hat îlankirin, mîtîngek girseyî hat lidarxistin û çalakî li vir bi dawî bû.

...