Pêngava yekemîn ji azadkirina girtiyan derbas dibe

Pêngava yekemîn ji azadkirina girtiyan derbas dibe

Parlamenterê BDP’ê yê berê yê Amedê û endamê HDK MYK Akin Bîrdal gotinên serokwezîrê Erdogan yên wekê ‘Emê daketina yên çiyê û valabûna girtîgehan, bibin’  ji ANF’ê re nirxand û  da zanîn bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê kirine û her roj bi dehan girtî tên surgundkirin. Bîrdal got li cem gel tu fêdeya wan nemaye.

Bîrdal di axaftina xwe de destnîşan kir ku di hawireke ku bi hezaran siyasetmedarên li qada legel siyaseta demokratîk dikirin, di girtîgehê de ne, daketine ji çiyan, wateya ji banga teslîmbûnê wêdetir nîne. Bîrdal da zanîn ku van rojan li ser Ahmet Kaya siyaset tê kirin û bi lêv kir ku pêngava yekemîn ya azadkirina Kaya, ji azadkirina hemû  Ahmet Kayayên girtîgehê derbas dibe. Bîrdal wiha pê de çû: “Di salvegera qebûlkirina Danezana Gerdunî ya Mafê Mirovan a 10’ê Kanûnê de, divê girtî bigihêjin azadiya xwe ya çandî, ziman û beden.

Erdogan di axaftina xwe y ali Amedê kiriye de, divê bibîr bixista ku 162 jê giran 504 girtiyên nexweş yên terkî mirinê kirine, li bende berdanê ne û got ji girtîgehan her me 3-5 cenaze derdikevin.

POLEMÎK LI CEM GELÊ KURD TU WATEYA WAN NÎNE

Bîrdal wiha dirêjî da axaftina xwe: “14 girtiyên nexweş yên li bende rapora saziya tipa Edlî bûn jiyana xwe ji dest dan. Ev jî têr nedikir, girtiyên rapora ‘nekare li girtîgehê bimîne’ girtin, Şaxa Têkoşîna bi Terorê şerta ‘ewlehiya civakê’ danî pêş. Ji ber vê yekê beriya van daxuyaniyên bi vî rengî, divê pêngav bên avêtin.  Dema ev rewşa mirov dikev nava şermê li holê be, gotinên Erdogan yên bi vî rengî ku beriya hilbijartinê bi terzî xwe tîne rojev, tu car nayê qebûlkirin. Di sê mehên dawî de ji Çewlîk, Mêrdîn, Bedlîs, Amed û Muşê 372 PKK’ê surgunê bajarên Rojava kirin. Dema rewş wisa be, gelo em behsa kîjan efuyê dikin.

Ger ku TMK û TCK bê guhertin wê demê dê girtiyên siyasî bên berdan. Dema ev neyên kirin û bihêlin guehrîna qanûnan, di helwesta li dijî girtiyan de yek pêngaveke erênî nehatiye avêtin û gotinên Erdoga li Amedê gotiye dê hemû li hewa bimîne. Ji ber vê jî polemîkên bi vî rengî li cem gelê Kurd û Tirk tu wateya wê nîne.

ERDOGAN BI EŞKERA DIBÊJE TESLÎM BIBE

Bîrdal der barê gotinên Erdogan yên wekê ‘Yên çiyê dê dakevin’ jî got. “Dema ku bi hezaran kesên siyaseta demokratîk dikin, siyasetmedarên kurd, parêzer, rojnameger, xwendekar girtibîn, yê çiyê dê çawa dakevin gelo? Ev gotina Erdogan bi awayekî vekirî tê wateya ‘werin teslîm bibin’. Wisay xuyaye ku Erdogan hêj fêm nekiriye ku nekare ala Têkoşîna Azadiya Kurd daxîne jêr. Heta ku pêngavên pêwist yên der barê girtiyan de neyên avêtin, çareserî ne pêkane û dê bixetime.

 HER KESÊ LI GIRTÎGEHÊ AHMET KAYA YE

Birdal got di van rojên dawî de li ser Ahmet Kaya siyaset tê kirin û got: “Li gorî min yên li girtîgehan radizin her yek Ahmet Kayane. Ger dixwazin xwedî li Ahmet Kaya derkevin, ger bixwazin li gotin, soz, çand û hesrata Kaya xwedî derkevin divê hevalên wî yên li girtîgehan azad bikin. Xwedîderketina li  Ahmet Kaya ev e. Ahmet Kaya ji bo çi hat surgunkirin. Ji ber azadiya xwe xwest hat surgukirin. Ji ber vê jî divê di salvegera qebûlkirina Danezana Gerdunî ya Mafê Mirovan a 10’ê Kanûnê de, divê girtî bigihêjin azadiya xwe ya çandî, ziman û beden.