Parêzer Taylan Tanay rastî êrîşa çekdarî hat
Parêzer Taylan Tanay rastî êrîşa çekdarî hat
Parêzer Taylan Tanay rastî êrîşa çekdarî hat
Serokê berê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê parêzer Taylan Tanay li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Tanay ku di êrîşê de tu zerar nedît, koma êrîşkar bi ço û textên di destê wan êrîşî wesayîta Tanay kirin û texrîb kirin.
Serokê berê yê ÇHD’ê yê Stenbolê Taylan Tanay ku di 18’ê Çileyê 2012’an de di operasyonên pêk hatin de hat binçavkirin û demekê girtî hat darizandin û piştre hat tahliyekirin, li ber mala xwe ya li Avcilarê rastî êrîşa çekdarî hat. Taylan ku saet di 00.10’an dema li ber mala xwe ya Taxa Gumuşpala ji wesayîta xwe peya bû, rastî êrîşa çekdarî hat û di êrîşê de birîn negirt. Kesên ku êrîşa çekdarî pêk anîn vê carê bi ço û textên di destê wan de êrîşî wesayîta Tanay kirin û camên wesayîtê şikandin.