'Parastina Kobanê weke erkek sosyalîstan didît'

'Parastina Kobanê weke erkek sosyalîstan didît'

Şervanê MLKP'ê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) dema li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li nav refên YPG'ê şer dikir, di 5'ê Cotmeha 2014'a de gava bedena xwe ji bo rêhevalên xwe kir mertal, jiyana xwe ji dest da. Çîroja Suphî Nejat, jiyana wî ya sirgûniyê, vegera li Tirkiyeyê, têkoşîna li Kobanê, bavê wî Hîkmet Acûn ji me re vegot.

Nejat weke kurê dê û bavekî şoreşger hat dinyayê. Nûran Agirnasli û Hîkmet Acûn di doza TDKP de salên dûr û dirêj hatin darizandin û ji ber dema cûntaya faşîst a 1980 li welatê xwe jî neçar man bi awayekî qeçax bijîn. Kurê wan Suphî Nejat Agirnasli di 20'ê Îlona 1984'an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Soke ji dayik bû, lê bêyî qeyda wî li nexweşxaneyê çêbike, neçar man birevin. Dê û bav û salên 1990'î de weke penaberên siyasî li Elmanyayê bicih bûn, hingî Suphî Nejadt pênc salî bû. Dibistana xwe ya seretayî û navîn li Dusseldorfê temam kir.

-Nejat zarokekî çawa bû?

Nejat gelekî hîperaktîf bû. Gelekî jîr bû. Lewma di dibistanê de gelekî serketî bû. Bêyî li ser dersan bixebite, notên baş digirt. Der heqê cîhanê de gumanên wî hebûn. Li dû bidestxistina pîşeyeke weke doktor, endezyar nebû. Min her tim dixwest ew Tipê bixwîne, lê Nejat digot pirsgirêkên cuda yên cîhanê hene û bi xwe rêya xwe diyar kiribû.

-Vegera li Tirkiyeyê biryara wî bû?

Belê. Ji ber ku Nejat li Elmanyayê di nav çep a Elman de xebitî. Demekê di nav Partiya Komunîst a Elman de xebitî, lê belê ya ku ji wan dixwest, nedît. Dûre di nav komên otonom de xebitî. Demekê bi wan re di malên komun de ma. Lê belê Nejat di lêkolînên xwe de gihaşt wê encamê ku li Elmanyayê bi tinekirina RAF'ê re derfetên têkoşînê bi rastî jî ji holê rabûye. Di wê baweriyê de bû ku sendîkayên li vir bi kêr nayên. Lewma bêhêvî bûbû. Tevî ku lîse di rêza duyemîn de qedand û xwedî wê pûanê bû ku dikarîbû li Elmanyayê biçe kîjan zanîngeha dixwaze jî, bi lez û bez vegeriya Tirkiyeyê. li Zanîngeha Bogazîçî, di beşa Sosyolojiyê de dest bi xwendinê kir.

-Şoreşgerî bi çi rengî nas kir?

Dema hatibû Bogazîçî ji xwe derdoreke wî ya şoreşger çêbûbû. Li Bogazîçiyê bi hevalên xwe re xebateke gelekî giranbuya ya bi navê "Em tarîtiyê lêpirsîn dikin" a li ser mijarên tersxaneyên Tûzla û sûîkasta Hrant Dînk, derxist holê. Piştre ji bo lîsansa xwe ya bilind bike, biryar da biçe Qendîlê.

-Di wê demê de eleqe nîşanî mijara Kurd da?

Na, hem ji me hem jî ji xwe, eleqeyeke mezin nîşanî tevgera Kurd dida. Nejat bi rêya me, Kurd di demeke gelekî nêz de nas kir. Dema polîtîk bûbû, ji xwe ew nas kiribû. Mirovekî ku nêrînên tevgera Kurd baş fêm dikir û dixwend. Lê belê Nejat ti carî di navbera tevgera Kurd û Kurdîtiyê de têkilî dananî. Ji ber ku Nejat Komunîst bû. Ji ber vê yekê li projeya civakî ya ku tevgera Kurd temsîl dike, temaşe kir. Mînak; di demeke ku Nejat rexneya herî radîkal li tevgera Kurd kir de, çû Qendîlê. Digot, Kurdan di pratîkê de şoreşek afirandin, bi salan şer kirin û pêvajo her tim guherandin. Lewma ez ne li Kurdan li çalakiya Kurdan dinêrim.

-Bi vê nêrînê biryar da biçe Kobanê?

Nejat, ji bo xwedî li projeya civakî ya ku Kurdan li Kobanê afirandin, çû. Projeya civakî ya ku Kurdan li wir afirandiye, projeyeke dikare Rojhilata Navîn azad bike ye. Ev proje li Tirkiyeyê jî dikare gelek tiştan bişkîne. DAIŞ ji xwe di ser emperyalîstan û Tirkiyeyê re ji bo vê projeyê tine bike, êrîş dike. Nejat jî ji bo di vî warî de alîkariyê bide berxwedana Kobanê çû. Di wê baweriyê de bû ku weke şoreşgerekî enternasyonalîst diviyabû li Kobanê bûya. Parastina Kobanê weke erkeke sosyalîstan didît. Di wê baweriyê de bû ku her kesê ji xwe re digot şoreşger im, divê xwedî li projeya li Rojava derkevin. Digot, eger mirin pêwîst be divê li wir mirin be û bi mirina xwe re jî ev yek bi xwe îspat kir. Ji ber vê yekê digot, dilê enternasyonalîzmê li wir lê dide, eger em ê dîrokê bi dest bixim, em ê li wir bi dest bixin.

-Çima navê xwe kiribû Paramaz?

Nejat dema bi mijara Ermeniyan hesiya 14 salî bû. Hînê di wê demê de şoreşgerên Ermenî yên weke Paramaz lêkolîn kiribû. Lewma rasthatinek nîne ku ew nav li xwe kir. Ji ber ku haya wî gelekî ji dîroka Ermenî û ya Osmaniyan jî hebû. Ew di wê baweriyê de bû ku şoreşgerî ne tenê bi Mûstafa Suphiyan, bi Paramazan destpê dike.

-We xwe gihandin cenazeyê wî?

Şer heta ber destê sibehê dewam dike û sibehê, ji bo rêhevalên wî yên YPG'yî karibin xwe vekişînin ew weke sê kes li eniya pêş mane, bedena xwe ji wan re kirine mertal. Yanî çalakiyeke fedaî bû ya wan. Piştre her çend cenazeyê wî di destê DAIŞ'ê de mabe jî, şervanên YPG'ê ew gir careke din bi dest xistin. Dibe ku di rojên pêş de em de heqê cenaze de bibin xwedî agahî. Eger di vî warî de agahî ji me re bê, hingî em ê anîna cenaze ya ji bo Tirkiyeyê binirxînin, ji ber ku di vê mijarê em zelal nînin. Di vê mijarê de diya wî çi difikire, nizanim. Lê belê ez dixwazim ew li goristana şehîdan a li Kobanê bê veşartin. Ji bo min bêtir bi qîmet e, ji bo gelê Kobanê jî çavkaniyeke rûmetê ye.