Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

PÎK: Peymana Lozanê di dîrokê de rûreşî ye

PÎK’ê bi wesîleya 102’yemîn salvegera Peymana Lozanê daxuyaniyeke nivîskî da, peyman şermezar kir û got: ‘’Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan di dirokê de weke rûreşiyekê cîhe xwe girt.’’

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind bi wesîleya 102’yemîn salvegera  Peymana Lozanê  daxuyaniyeke nivîskî da. Serbilind peyman şermezar kir û diyar kir ku Kurdistan bi rêya Peymana Lozanê ji aliyê dewletên dagirker ve hate dabeşkirin.

Naveroka daxuyaniya Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) bi vî rengî ye:

‘’Gelê Kurd e ku li axa Mezopotamyayê jiyaye, şaristaniya herî mezin ava kiriye û bûye alîkar ku şaristaniya cîhanê bigihîje asta îro.

Gelê Kurd yek ji gelên qedîm ê herêmê ye,mixabin ji Peymana Lozanê vir ve bi sedsalan e ji hev parçe bûye, nasnameya wan hatiye înkarkirin, bi planên qirkirinê û înkarê re bi awayekî hovane rû bi rû maye.

Beriya Peymana Lozanê, Peymana Sêvrê di 10’ê Tebaa 1920’î navbera dewletên îxtilafê û Împaratoriya Osmaniyan de hatiye îmzekirin. Kêmasî di vê peymanê de mafê dewleta Kurdistanê hatibû dayîn. Lêbelê mixabin ku  biryarên Sevrê bi Peymana Lozanê hatin hilweşandin.

Piştî Sevrê, Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha sala 1923’yan de li bajarê Lozanê di navbera welatên weke Brîtanya, Fransa, Japonya, Yûnanîstan, Romanya, Sirbistan û Tirkiyeyê de hate îmzekirin. Peymana Lozanê ew peyman bû ku sînorên Tirkiyeyê destnîşan dikir û hebûna dewleta Tirk derdixist holê. Hêzên emperyalîst  bi Peymana Şermê ya Lozanê axa Kurdistanê parçe kirin û radestî dagirkerên Tirk, Îran û Ereban(Sûriye û Iraq) kirin. Bi Peymana Lozanê welatê me Kurdistan hate dabeşkirin û dagîrkirin.

Di destpêka sedsala 20’an de li Rojhilata Navîn gelek dewletên serbixwe hatine damezrandin. Mixabin  hêzên emperyalist ên wê demê û dagîrkerên Kurdistanê pêşî li pêşveçûna Kurdistanê girtin û nehiştin gelê Kurd bigihîje azadîya xwe. Beriya Peymana Lozanê û heta wê dîrokê, xaka Kurdistanê  di navbera Sefewiyan û Împaratoriya Osmaniyan de bû du parçe (1639-Peymana Qesrê Şîrîn). Bi Peymana Lozanê Kurdistan kirin çar perçe.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn xaka Osmaniyan jî ji hev belav bûbû, Kurd û hemû neteweyên din ji împaratoriyê veqetiyan û bûn xwedî dewlet.

Li ser mîrateya mayî jî di bin serokatiya Mistefa Kemal de dewleteke bi navê Tirkiyeyê hate sazkirin. Lê gelek pirs û pirsgirêkan berdewam kirin. Piştî sala 1923’yan li Kurdistanê rojên tarî dest pê kirin, serdemeke çewsandineke mezin dest pê kir û hemû mafên neteweya Kurd hatin înkarkirin û desteserkirin. Lê belê gelê Kurd ev yek qebûl nekirin. Li hemberî inkar û asîmîlasyonê Tekoşîna Rizgariya Neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê pêş xistin.

Mixabin ku ji aliyê dewletên dagirker ve ev têkoşîn bi xwînê hatin çewisandin. Li Kurdistanê xwîna gelê Kurd bû çem û herikî. Ji aliyê dewletên dagirker ên misilman ve qirkirina Kurdan weke mubah hate dîtin. Bi taybetî jî dewleta Tirk a Kemalist bi komkujiyan, dest bi valakirina cîh û waren Kurdan kir, koçberiyeke girseyî û ji bo asîmîlasyonê bicîhkirina Tirkan li şûna Kurdan dest pê kir. Bi destpêkirina vê serdema tarî re Kurd nekarîn behsa pirsgirêkên xwe yên netewî bikin, nekarîn pirsgirêkên xwe yên netewî bînin ziman, nikarîn li çareya pirsgirêkên xwe bigerin. Hemû li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qedexekirin. Hêzên emperyalîst bi çarenûsa gele Kurd listîn û îradeya gele Kurd xesp kirin. Bi vê peymanê dewletên dagirker hebûna gelê me red kirin, asîmîle kirin, ziman, çand û dîroka me red kirin.

Bi taybetî dewleta Tirk a nîjadperest hebûna me qebûl nekirin û heya iro red dikin.

Daxwaza me ew e  gele Kurd bi yek dengî û bi ruhekî neteweyî kar bikin û trajediya 100 salan ya gelê Kurd ji holê rakin. Kurd di biryarên Lozanê de weke temsîleke tune bûn. Gelê Kurd di wê demê de jî ji aliyê Mistefa Kemal û hevalên wî yen nîjadperest bi nave biratiya Îslamê (yekîtiya umetê) hatin xapandin. Gelê Kurd her dem bi navê biratiya  Îslamê ji aliyê dewletên dagirker ên misilman ve hatin xapandin.

Bangewaziya min ji bo gele Kurd ew e ku tu caran bi dagirkerên Kurdistanê bawer nekin. Gelê Kurd, yek ji wan gelên herî kevin û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû gelan mafê gelê Kurd jî heye ku çarenûsa xwe bi destê xwe û bi azadî diyar bike; li ser axa xwe serbest û azad bijî, îdareya welatê xwe bi destê xwe bi rê ve bibe.

Gelê Kurd weke hemu gelên cîhane xwedî heq e ku li ser axa xwe azad bijî. Li ser me ferz e ku em xwediyê mafê xwe yê fitrî derkevin. Di Qurana pîroz de cudabûna miletan bi ayetê wiha hatiye pênasekirin: ‘’Ey gelî mirovan! Bi rastî me hûn ji mêrekî û jinekê afirandin û me hûn kirin qebîle û milet, da ku hûn hevdu nas bikin. Li cem Xweda yê herî bi qîmet ew e ku yê herî zêde jê ditirse. Bêguman Xwede zanayê zanayan e."

Ev ayet yek ji wan ayetan e ku misilman dîtin û pîvanên xwe yên qîmetê li ser esas digirin. Kes, kom, eşîr, ummet, neteweyên siyasî, çandî, biyolojîk, erdnîgarî hwd. bi cudahiyan ji hev veqetiyan; Li gorî van cudahiyan xwediyê nasnameyeke cuda ne, bi vê nasnameyê tên naskirin.

Mixabin dagirkerên Kurdistanê ên misilman xwe ji gelê Kurd serdest dibînin û mafê Kurdan yên fitrî inkar dikin. Ev helwesta dagirkeran îsyana li dijî Xwedê ye.

Gelê Kurd di sedsala 21’emîn de êdî weke Lozanê bê xwedî nîne. Gelê Kurd di her guhertin û pêşketinên li herêmê de hem weke alî û hem jî weke aktor rol dilîze, lê pêwîstî bi nûnertiyeke neteweyî hebe ku bibe dengê vê hêzê.

Peymana Lozanê bi statuya herema Başûrê Kuerdistanê û li Rojava Rêveberiya Xweser deriziye. Lê pêwîst e ku gele Kurd bi sratejiyeke neteweyî û bi yek dengî li hêmberî Peyman Lozanê derkevin û çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û xwedî li îradeya xwe derkevin û rê nedin Lozaneke duyemîn.

Di wan salên dawiyê de gelê Kurd li Kurdistanê û li her deverê cîhanê  helwesta xwe li dijê Peymana Lozanê bi konferans û çalakiyan bersiv didin. Gele Kurd di 102’yemîn saliya Lozanê de xwedî hêz in,dikarin li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê weke aktor roleke mezin bilîzin. Bes ji ber perçebûna  hêzên Kurdan, Kurd nikarin rola xwe bi cîh bînin.

Em bi helwesteke neteweyî ji dinyayê daxwaz bikin ku em ji 50 milyonî zêdetir Kurd wekî gele cîhanê xwedî heq in li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn.

Gelê Kurd, tu caran bindestî, siyaseta teslîmbûnê û kedîkirinê qebûl nekirîye û îro jî qebûl nake.

Heta gelê Kurd, mafên xwe yên neteweyî bi dest nexîne, wê têkoşîn û xebata xwe bidomîne.

Bi hêviya Kurdistana serbixwe û azad.’’