Onder: Cerdevanî ji aliyê aborî û civakî ve maliyeteke zêde ye
Doç. Dr. Alk. Mehmet Seyman Onder ê li ser cerdevanan lêkolînê dike anî ziman, ku nepêkane bi carekê ve çek û mehaneyên bi qasî 83 hezar cerdevanan, ji wan bên stendin.
Doç. Dr. Alk. Mehmet Seyman Onder ê li ser cerdevanan lêkolînê dike anî ziman, ku nepêkane bi carekê ve çek û mehaneyên bi qasî 83 hezar cerdevanan, ji wan bên stendin.
Doç. Dr. Alk. Mehmet Seyman Onder ê li ser cerdevanan lêkolînê dike anî ziman, ku nepêkane bi carekê ve çek û mehaneyên bi qasî 83 hezar cerdevanan, ji wan bên stendin.
Hîndekarê Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Çewlikê Doç. Dr. Alk. Mehmet Seyman Onder ê li ser cerdevanan lêkolînê dike, rewşa duh û îro ya cerdevanan û nêrîna wan a li pirsgirêka Kurd, ji ANF'ê re nirxand.
'DI DESTPÊKÊ DE JI BO DEMEKÊ HAT PLANKIRIN'
Onder da xuyakrin ku di qanûna di sala 1985'an hat guhertin de gotina "cerdevanên demî yên gund" hatiye bicihkirin û anî ziman ku sedema vê rewşê jî ew e, ku di destpêkê de sîstema cerdevaniyê ji bo demekê hatiye plankirin. Onder ragihand, ku sedema bicihnehatina pêşdîtinên wan salan, nirxandina biçûkdîtina PKK'ê ji aliyê Ozal ve ye û got, "Ji ber ku Ozal tênegihiştî ku PKK bibe xwedî bingeheke bi vî rengî, di wê baweriyê de bû ku wê di demeke kurt de biqedîne. Lewma sîstema cerdevaniyê jî ji bo demekê hatibû plankirin. Dema ji aliyê hikûmet û Hêzên Çekdar ên Tirk ve li mijarê were temaşekirin, heta ku çareserî bi temamî negihêje serî, nepêkan e sîstem ji holê bê rakirin."
'WÊ DEMÊ ÇIMA HÎNÊ BÊÇEKKIRINA WAN NAYÊ NÎQAŞKIRIN'
Onder da zanîn ku beriya destpêkirina pêvajoya şer, mijara herî zêde dihat nîqaşkirin rakirina sîstema cerdevaniyê bû û got, "Ev yek bêguman mijareke ku di rojeva rayedarên dewletê de bû. Her wiha bi birina serî ya çareseriyê re, rayedarên dewletê, bil dil an jî bê dil, diviyabû li ser vê mijarê bifikire. Ji ber ku sîstema cerdevaniyê hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê civakî ve xwedî maliyeteke bilind e. Bersiva ji bo pirsa 'wê çaxê çima hînê nayên bêçekkirin' pêwendiya xwe bi nêrîna we ya ji kîncan alî ve heye. Di mijara çekdanîna cerdevanan de eger ji aliyê PKK û tevgera Kurd ve were nirxandin, wê hem di nava gelê Kurd pêşî li parçebûnê nava civakê were kirin, hem jî bendeke girîng a li pêşiya têkoşîna çekdarî ya PKK'ê, ji holê were rakirin."
'DI NÊZÎKATIYA LI PIRSGIRÊKA KURD DE CUDABÛNEK HEYE'
Onder diyar kir ku di nêzîkatiya cerdevanan a li pirsgirêka Kurd de cudabûn xwe nîşan dide û got, "Ev weke; yên pirsgirêka Kurd qebûl dikin û yên red dikin dibin du parçe. Yên qebûl dikin, ji xwe neçar in tevlî nîqaşên rojane bibin. Di wê baweriyê de ne ku divê hin mafên çandî û nasnameyî werin dayîn. Yên red dikin jî xwedî sê nêrînên cuda ne. Yên pirsgirêka Kurd weke 'pirsgirêka terorê' pênase dikin, yên weke 'lîstika hêzên derve' dibînin û yên weke pirsgirêka bêkarî yan jî pirsgirêka aboriyê dinirxînin. Lê belê beşeke girîng a cerdevanên pirsgirêka Kurd red dikin, tevî ku red dikin jî dibêjin ku li ser perwerdeya bi zimanê dayikê yan jî xweseriyê, nîqaş dikare bê meşandin."
'BÊÇEKKIRIN BI CAREKÊ VE NEPÊKAN E'
Onder da xuyakirin ku temamkirina pêvajoya çareseriyê re divê sîstema cerdevaniyê were rakirin û got, "Lê belê bi wergirtina 5 hezar kesên nû re, hejmara cerdevanan digihêje 83 hezaran. Nepêkan e ku çek û mehaneyên van cerdevanan ji nişka ve ji wan bên stendin. Cerdevanên ji eşîrên bi PKK'ê re dijmin in, herçend qebûl bikin ku dest ji mehaneyên xwe berdin jî, wê bixwaze li hemberî xeteriyên ji PKK yan jî bingeha PKK'ê, xwe ewle bikin. Di vê rewşê de, piştî ku bi PKK û bingeha PKK'ê re aştî kirin, hingî wê dest ji çekan berdin. Her wiha ne tenê bi PKK'ê re, yên ku bi eşîrên din re jî dijmin in, wê nexwazin çekê deynin. Divê dijminatiya navbera eşîran jî bê qedandin û aştî bê bicihanîn."