Nûçegihana JINHA birîndar bû

Nûçegihana JINHA Şehrîban Aslan, ji ber guleyên tîmên tevgera taybet, birîndar bû.

Nûçegihana JINHA'yê Şehrîban Aslan a li navçeya Amed Sûrê nûçe dişopand, ji ber guleyên tîmên tevgera taybet ên Tirk, bi sivikî birîndar bû.

Li taxa Hasirli ya Sûrê, di dema gulereşandina polîsan a li ser gel de, fîşekek pengizî û li milê Aslan û ciwanekî navê wî nehat zanîn ket û birîndar bûn.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya her du birîndaran baş e.