Nobeta ji Ocalan re Azadî koma Lyonê dewir girt
Nobeta ji Ocalan re Azadî koma Lyonê dewir girt
Nobeta ji Ocalan re Azadî koma Lyonê dewir girt
Çalakiya nobetê ya li Strasbourgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ên Kurd hate destpêkirin di hefteya 74’mîn de ye. Çalakiya vê heftiyê koma ku ji bajarê Lyon yê Fransayê hatîn û piraniya wan Rojavayî ne dewir girtin.
Çalakiya Nobeta ji Ocalan re Azadî di 25’ê Hezîrana 2012’an de li pêş avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Starsbourg yê Fransayê destpêkir bê navber didome. Kurdistaniyên ku her hefteyê ji bajarekî cûda têne, têkildarî pirsgirêka Kurd agahdarî dikin, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên Kurd îmzeyan kom dikin.
Çalakiya ku kete roja 515’an, roja Yekşemê koma ku ji bajarê Fransa Lyonê hatin ku ji wana sê Rojavayî ne bigiştî çar kesan dewir girt. Endamên komê li rexmî hewaya sar û barana zêde, li ber avahiya KE û Parlementoya Ewropayê (PE) ku civîna mehane lê tê kirin çalakiya xwe didomînin. Çalakvanan broşûrên bi zimanê Almanî, Fransî û Îngilîzî ên bi sernivîsa ‘Ocalan kiye? û her wiha pirtûkên biçûk ên binavê ‘Konfederalîzma Demokratîk’ û ‘Li Kurdistanê Aştî û Şer’ bilavkirin. Çalakvanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze berhev kirin. Herwiha bi kesên li derdorê jî derbaz dibûn li ser pirsgirêka Kurd û derbarê armanca çalakiya xwe de agahî didan.
‘GOTINÊN BARZANÎ HEQARETE LI DAYÎK-BAVÊN ŞEHÎDAN’
Ji çalakvanên Rojavayî Kenan Agirî û Egîd gotin, ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî çalakiyê bûne û ew armanc dikin ku daxwazên xwe bigehînin hilbijartiyên Ewropayî. Çalakvanan li ser gotinên Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ên di derbarê PYD û şoreşa Rojava jî gotin, “Em Barzanî şermezar dikin û gotinên weke ‘şoreş tuneye’ jî qebûl nakîn. Ev di heman demê de heqarete li dayîk-bavên şehîdan.”
PEYAMA ‘BAWERIYA ME NE BI RTE BAWERIYA ME BI HÊZA YPG Û YPJ HEYE’
Çalakvanek din ya binavê Fîdan Reşîd ku li ber PE belavok belav dikirin û îmze berhev dikirin jî da diyarkirin ku, “Ocalan vînekî bihêze û ev qas mirov bêy ku bêjin gerim yan sare ji bo wî di çalakiyê de ne û heta Ocalan azad bibe jî dê di çalakiyê de bin.” Her wiha armancên xwe ên beşdarbûna çalakiyê jî vegotin.
Çalakvana Rojavayî Reşîd têkildarî bûyerên rojên dawî li Kurdistanê rû didin jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got; “Ez hatina Birêz Barzanî ya Amedê bi vî awayî qebûl nakim. Amed bajarekî qehremantiyê ye û Barzanî weke Kurdekî pêwîstbû xwe nepesartiba Tayîp Erdogan. Ji ber ku ev helwesta wan heya hilbijartinê ye. Lê belê êdî em ne kurdên berê ne, çavên me vebûne. Em li Rojava jî ji hêza YPG û YPJ’ê bibawerin.”
ÇALAKIYA KU 515 ROJE BÊNAVBER DIDOME
Çalakiya nobetê ya bi şîara ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ên Kurd azadî 25’ê Hezîrana 2012’an li pêş Konseya Ewropayê destpêkir û hêjan didome, yek ji çalakiyên herî dirêj ya Kurdane. Ev çalakiya ku li semta Robertsau ku avahiyên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME), Parlementoya Ewropayê (PE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) berdewam dike û girîngiyek mezin ya wê ya sembolîk heye, her heftî roja Yekşemê komek din dewir digire. Çalakî her roj di navbera demjimêrên 7-17’an bênavber berdewam dike. Di çalakiyê de heya niha bi sedhezaran broşûr, belavok û biyografî hatine belavkirin, zêdetirî 14 hezar îmze hatine berhev kirin.
Çalakiya ku 515 roje didome heya niha hunermend, rojnamevan, nûnerên tevgerên Kurdistana Îslamî, Elewî û Êzidî, endamên partiyên Rojhilat, Rojava û Başûr piştgirî dane û hefteyekê nobet girtine.