Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
NÛ BÛ

Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ ji bo komîsyonê hate pêşniyarkirin

Navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ji bo komîsyona ku li Meclisê hate avakirin, hate pêşniyarkirin.

Serokê Meclisa Tirkiye Nûman Kurtulmûş ji bo navê komîsyona ku bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane li Meclisê hatibû avakirin, pêşniyara “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” kir.

MHP’ê demek berê pêşniyara “Komîsyona Yekitî û Piştevaniya Netewî” kiribû. DEM Partiyê jî dixwest teqez peyvên “Aştî” û “Demokrasiyê” tê de cih bigirin. 

Ji bo diyarkirina navê komîsyonê civîn dewam dike.