Namzetê Rihayê yê Ereb: HDP pêşeroja me ya hevpar e

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'e yê Rihayê Yasîn Batan, li navçeyên Riha Herran û Kaniya Xezalan xebatên xwe yên hilbijartinê dewam dike. Batan got, "HDP pêşeroja me ya hevpar e."

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê siyasetmedar Yasîn Batan, li navçeyên Riha Herran û Kaniya Xezalan xebatên xwe yên hilbijartinê dewam dike. Batan anî ziman ku weke welatekiyekî Ereb ew kêfxweş e di nava HDP'ê de siyasetê dike û got, "HDP pêşeroja me ya hevpar e."

Yasîn Batan siyasetmedarekî Ereb e, ku ji HDP a deriyê siyasetê li tevahiya gelên Tirkiyeyê vekiriye, bûye namzet. Yasîn Batan ê 44 salî ku li nifûsa Herranê qeydkirî ye, yekemîn siyasetmedarê Ereb e ku di kevneşopiya siyaseta HDP'ê de namzetekî li cihê were hilbijartin hatiye destnîşankirin. Di lîsteya HDP'ê ya Rihayê de ji 97 bernamzetan 7 jê welatiyên Ereb bûn. Batan ê cotkar e, ji nava van bernamzetan hat hilbijartin.

Batan da xuyakirin ku weke welatiyekî Ereb ew kêfxweş e di nava HDP'ê de siyasetê dike û destnîşan kir ku HDP pêşeroja wan a hevpar e.

CIHÊ ME HEMÛYAN DI BIN SIYA WÊ DE HEYE

Yasîn Batan ji gundê Ûzûnyol ê Herranê ye, ku navê wê bi Erebî Koran e. Ji malbata 12 neferî ye. Batan ê ku bi malbat û dostên xwe yên mûxafazakar re nirxandineke dirêj kir anî ziman ku piştî bû namzet, reaksiyoneke neyînî jê re nehatiye nîşandan, berevajî malbata wî û şêniyên Ereb destek dane wî, ew jî ji vê kêfxweş bûye. Batan ragihand ku feraseta siyasî ya HDP'ê ji bo aştiya ku pêwîstiya Tirkiyeyê pê heye gelekî girîng e û got, "Ez mirovekî ji herêmê me, ji bo tevkariyê li aştiyê bikim, tevlî siyasetê bûm."

Batan diyar kir ku dara sembola HDP'ê wê aştiya civakî mezin bike û got, "Di bin siya wê de cihê me hemûyan heye."

6 PARLAMENTER DIKARIN WERIN HILBIJARTIN

Batan anî ziman ku beşeke girîng a nifûsa Ereb a li Rihayê ji aliyê partiyên rastgirên navendê ve weke 'depoya dengan' tên dîtin û anî ziman ku ji bo hilweşandina vê nêzîkatî û rewşê, divê ew bi hemû hêza xwe bixebitin.

Yasîn Batan ragihand ku eger astengiyên gelekî mezin derkevin pêşiya partiya wan, wê karibin 6 û zêdeyî 6'an parlamenteran ji bajêr hilbijêrin.

Batan anî ziman ku Erebên li Herran û Kaniya Xezalan ne xema partiyên sîstemê ne û diyar kir ku di serî de AKP hemû partiyên sîstemê xwe nêzî Erebên bajarvanî dikin, Erebên li gundan, ji nedîtî ve tên.

Batan destnîşan kir ku weke HDP wan ev rewş şikandine û da xuyakirin ku bi têkiliya bi gel re ew xebatên xwe li gundan dewam dikin.

...