Mustafa Sarigûl tevlî CHP’ê bû

Mustafa Sarigûl tevlî CHP’ê bû

Serokê Şaredariya Şîşlî Mustafa Sarigûl tevlî CHP’ê bû.

Sarigûl piştî serdana alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Adnan Keskîn û Serokê bajarê Stenbolê Oguz Kaan Salici, civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand ku beşdarî nava CHP'ê dibe.

Sarigûl li ser namzetiya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê axivî û got: “Bi destûra Xwedê û bi alikariya Serokê me yê Giştî birêz Kemal Kiliçdaroglu emê hemû hemwelatiyên xwe himbêz bikin. Li Cîhanê û Tirkiyê yê ku dibêje demokrasî ‘ser girtî yan ser vekirî yên me ne’ ez vê mizgîniyê dideme welatiyên me ku li Stenbolê wê dema şer û hêrsê xilas bibe. Wê dema azadî û aştiyê destpê bike.”