Mînîbus qulipî 20 kes birîndar bûn

Mînîbus qulipî 20 kes birîndar bûn

Mînîbusa ku di navbera Mûş û Amedê de rêwî dibir û dianî qulipî. Di qezayê de 20 kes birîndar bûn. 

mînîbusa aydî fîrmaya Murat Turizmê ku di navbera Amed û Mûşê de rêwî dibir û dianî qeza derbas kir. mînîbusa ku ajokar kontrola wê winda kir, qulipî. mînîbusa ku li nêzî Keklikçeşmeyê qulipî firiya newala 15-20 metreyan. Di mînîbusê de 20 kes birîndar bûn. Gelek birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê kirin. Kesên birîndar yên navê wan hat zanîn wiha ne: "Faruk Demîr, Baran Başak, Mehmet Salih Kaya, Erkan Yildirim, Eyup Dag, Omer Işik, Şahin Yaşar, Zulfuye Alkan, Mehmet Bîngol, Menderes Çeçen."