Mîdîbusa karker tê de bûn qeza kir: 4 mirî

Li navçeya Balikesîr Havranê, di encama qezaya mîdîbusê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Balikesîr Havranê, mîdîbusa 37 karkerên çandinî û înşeatê tê de bûn, ji ber xerabûna frenê wergeriya şerampolê. Di qezayê de ji 37 karkerên di mîdîbusê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hin jê giran 33 kes jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên li Balikesîr, Îzmîr û Havranê.

Hat ragihandin ku temamiya karkerên di mîdîbusê de ji heman gundî ne û piraniya wan jin in.