Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Lisa Herzog: Her têkoşîna ji bo aştiyê dilê me rehet dike

Filozofa Elman Lisa Herzog piştgirî da “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û got, “Di demeke ku jiyana mirov her diçe kêm qîmet dibîne de, her têkoşîna ji bo aştiyê dilê me rehet dike.”

LISA HERZOG

Fîlozofa Elman Lisa Herzog ji bo “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” peyama piştgiriyê weşand. Lisa Herzog ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re peyam şand û got, “Di demeke ku jiyana mirov her diçe kêm qîmet dibîne de, her têkoşîna ji bo aştiyê dilê me rehet dike. Ez ji bo her kesê ku tevlî pêvajoyê bûye serketinê dixwazim, hêvî dikim bigihijin aştiyeke adil, demokratîk û mayînde.”

LISA HERZOG KIYE?

Lisa Herzog 17’ê Kanûna 1983’yan hate dinê. Li Zanîngeha Oxford derbarê Adam Smith û Hegel tezek nivîsand û doktoraya xwe temam kir. Herzog a ku hêjayî xelatên Ernst Bloch û Hans Bockler hatiye dîtin, demekê bi yek ji fikirvanên Dibistana Frankfurt Axel Honneth re jî xebitî.