Li Washîngtonê hevdîtina Bîden-Malîkî

Li Washîngtonê hevdîtina Bîden-Malîkî

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, diyar kir ku li welatê wî êrîşên zêde bûne pevçûnên mezhebî yên gur dike û li dijî van êrîşan ji Amerîkayê alîkarî xwest.

Serokwezîrê Şîî Malîkî ku dest bi serdana xwe ya Washîngtonê kir, îro destpêkê bi cigirê serokwezîr Joe Bîden  re hate cem hev. Malîkî roja înê, li Qesra Spî dê ji aliyê serokwzîr Barack Obama ve bê qebûlkirin.

Malîkî di serdana xwe de bi hincedata ku êrîşên El Qaîdeyê pevçûnên mezhebî gurtir dike, ji DYA’yê alîkarî xwest. Cigirê Obama Joe Bîden, di hevdîtinê di warê ewlehiya Iraqê de soza Amerîkayê dubare kir.

Piştî hevdîtina Malîkî-Bîden, rayedarekî payebilind yê Amerîkayê diyar kir ku ligel ku berê hinek tişt dereng man, dê dawiya sala pêş de balafirên F-16 bişîne Iraqê. Iraqê di rojên borî de ji bo balafiran 650 mîlyon dolar da.

Li aliyê din Malîkî ji bo rojnameya New York Tîmes gotarek nivîsî û diyar kir ku El Qaîdeyê li dijî gelê Iraqê kampanyaya terorê dimeşîne, got ew naxwaze ne welatê wî û ne jî Sûriye bibe barageha El Qaîdeyê.

Malîkî destnîşan kir ku Iraq bi saziyên demokratîk re welatekî gelek pêşde çûyiye, lê divê zêdetir perwerde û pratîk hebe û ji bo vê banga sebra zêdetir kir.

Senatorên komarîst û demokrat John McCaîn, Carl Levîn, Robert Menendez û Lîndsey Graham jî ji serokwezîr Obama re nameyek nivîsin û fikarên xwe yên der barê Iraqê de anîn ziman.

Senatoran serokwezîr Malîkî bi sûcdariya ku ‘rojeke zextwar û mezhebî’ dimeşîne sûcdar kir û got Îran ji bo ji serokwezîrê Sûriyeyê Başar Esad re alîkariyê bişîne sahaya hewayî ya Iraqê bikartîne.