Li Wanê qedexeya derketina kolanê ya nehatiye îlankirin
Li Wanê qedexeya derketina kolanê ya nehatiye îlankirin
Li Wanê qedexeya derketina kolanê ya nehatiye îlankirin
Li Wanê piştî çalakiyên protestoyî yên bi armanca piştgiriyê bidin bexwedana Kobanê pêk hatin, li bajar pêkanînên OHAL’ê didomin. Şêniyên bajar bi rehetî bi fikara ku wê bên girtin nikarin derkevin kolanan. Polîsên Hêzên Çewîk ên ji derve hatine jî otelên 5 stêrk dagir kirine.
Li Wanê piştî protestoyên ku di 7’ê Îlonê de destpê kirin şûnde, zextên polîs û cendermeyan ku dema OHAL’ê li pey xwe hiştiye didome. Piştî serhildana li bajar li Wanê 97 kes hatin girtin.
Polîs û cendermeyên ku bi vê sînor neman, li serê hemû kolanan Tîmên Tevgera Taybet û leşkerên çekdar bi cih kirine. Bi sedan wesayît û polîsan bajar dagir kirine û jiyan felc kirine. Li Wanê helîkopterên polîsan 24 saetan li ser bajar digerin.
Li Wanê li gel bêdengbûna bûyeran, tedbîrên ewlehiya awarte rastî bertekên gel tên. Welatiyên Wanê bi fikara ku wê bên binçavirin beriya tarî bibe diçin malên xwe. Li Wanê bi êvaran piştî ku hemû esnaf derabeyên xwe digirin, kolan jî bêdeng dibin.
Li taxên Karşiyaka, Akkopru, Suphan û Hacibekîrê ciwan li dijî binçavkirina polîsan nobetê digirin. Ciwan li van taxên ku di bin dorpêçê de ne nobetê digirin.
Her wiha teqwiyeya polîsan a ji bo Wanê jî balê dikişîne. Ji bo polîsên ji derveyî bajar hatine jî li Wanê otelek 5 stêrk hatiye veqetandin. Li otela herî luks û turîstîk niha polîs dimînin.
GEL ÊVARAN DERNAKEVE DERVE
Serokê TUYAD-DER’ê Ahmet Aygun der barê girtin û binçavkirinan de axivî û wiha got: “Di protestoyên Kobanê de herî kêm 40 kes hatin qetilkirin û heta niha li Wanê 97 kes hatin girtin. Ji van 14 kes zarok bûn. Dixwazin gel bitirsînin. Zexteke psîkolojîk û terorî dimeşînin. Em hemû bi fikarin. Gel li cadeyan nikare bimeşe. Gel dikin nava fikaran.“
BÛYERÊN 6-7’Ê COTMEHÊ KÎMYAYA DEWLETÊ XERA KIR
Cîgirê DBP’a Wanê Atîlla Kumlî jî bertek nîşanî tedbîrên polîsan da û wiha got: “Serhildanên di 7’ê Cotmehê de destpê kirin wisa xuyaye ku çavên dewletê tirsandine. AKP’ê li hemû herêma Kurdistanê hêzên ewlehiyê ya awarte bi cih kir. AKP bi vê yekê dixwaze gelê Kurd bitirsîne. Lê bi rojane gelê Kurd li Pirsûsê li sînor bi şev û roj li dijî leşker û polîsên Tirk li ber xwe dide. Ji ber vê jî ev pêkanîn bê wate ne.
Endamê meclîsa Şaredariya Artemêtan Azîz Yacan jî anî ziman ku tedbîrên ewlehiyê yên li Wanê xistine dewrê psîkolojiya mirovan xera dike û di pêşerojê de wê rê li ber travmayên mezin veke.
DARBEYÊ LI TURÎZMÊ DIXIN
Yacan bi lêv kir ku di saetên êvarê de her kes diçe mala xwe û mirov nikarin li kolanan bimeşin û wiha got: “Ev tedbîr baweriya li dijî pêvajoya çareseriyê jî têk dibe. Tedbîrên bi vî rengî tu carî pirsgirêk çareser nekir. Berevajî vê girantir kir. Li Wanê bi rojane dîmenên OHAL’ê hene. Li gel vê bêdengiyê, ev tedbîrên tên girtin ji aştiyê re xizmetê nake. Niha otelên herî taybet ji polîsan re tên veqetandin. Polîs û turîst li gel hev dimînin. Li vir turîzm jî darbeyên giran digire. Jiyana aborî serûbin bûye.”