Li Tirkiyê 10 hezar zarok neçarî xwastinê tên kirin

Li Tirkiyê 10 hezar zarok neçarî xwastinê tên kirin

Şefkat-Der di roja 20’ê Mijdarê a Roja Mafên Zarokên Cîhanê li ser polîtikayên Tirkiyê yên li ser zarokan ku di encamê tebloya derketiye raporek weşand. Li gorî raporê 3 hezar zarok li kolalan dijîn, 500 hezar zarok tê şoxlandin û 10 hezar zarok jî neçarî xwastinê tê kirin.

Hikûmeta AKP’ê ya ku di her firsetê de ji bo pêşneketina aboriyê astengekê li dixwe di ‘karneya zarokan de’ bilançoyekî giran derdixwe holê.

Di sê salên dawî de hejmara zarokên bûne bûk gihiştiye 130 hezarê. Şefkat-Der’ê di rapora ku bi sergotara “20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokên Cîhanê ku dide şermê jî lê karneya lêkolîna zarokan ku pêwiste bê dîtin” bal kişande ser rewşa zarokan.

Li gorî di salek dawiyê de 15 zarokan ji ber tûndiya di navmalbatê de jiyana xwe ji dest dane û 20 zarokan jî xwe kuştine. Hejmara zarokên ku li Tirkiyê di kolan de dijîn 3 hezar, hejmara zarokên ku li kolanan di xebitin jî gihiştiye 500 hezarê.

Di heman raporê de hejmara zarokên ku li kolanan neçarî xastinê tên hiştin gihiştiye 10 hezarê, hejmara zarokên bê xwedî 4,5 milyone, hejmara zarokên karker 1 milyon, hejmara zarokên ku madeyên hişber bi kar tînin 2 hezar û 550ye diyar kir.

Agahiyên din yên ku di raporê de cih digirin wihane

Hejmara yên ne serbixwe gihiştiye 99 hezarî

Di sê salên dawî de hejmara zarokên ku neçarî pêk anîna suç kirinê bûne 250 hezar

Hejmara zarokên girtî û ceza xwarî 3 hezar

Zarokên ku qet qeydî dibistana seretayî ne bûne, bê perwerde hejmara wan 75 hezare

Di sê salên dawî de hejmara zarokên ku bûne bûk 130 hezar derbaz kiriye

Di sê salên dawî de hejmara zarokên ku winda bûne 27 hezar ji vê jî 17 hezar zarokên keçin

Di sê salên dawî de di derbarê 500 zarokan de edliya polîsan lêpirsîn daye destpê kirin

Di sê salên dawî de 50 hezar zarok bûne koleyên seksê

Di sê salên dawî de hejmara zarokên ku li rastî destdirêjî û tecawîzê hatine û li serî edliyê dane 70 hezare

Êrişên cinsî yên li ser zarokan, di dozen destdirêjî û tecawîzê de ji sala 2008’an heya 2013’yan nêzî ji %400 zêdetire.