Li Şirnexê polîsan kesek birîndar kirin
Li Şirnexê, polîsan gule berdan lingê Sevgîn Kargûn û ew birîndar kirin.
Li Şirnexê, polîsan gule berdan lingê Sevgîn Kargûn û ew birîndar kirin.
Polîsên Tirk ên dor li taxên Yeşîlyûrt, Dîcle, Yenî, Vakif û Bahçelîevlerê girtine, gule berdan lingê Sevgîn Kargûn û ew birîndar kirine.
Polîsên ku duh bi hev hewl dan bikevin nava taxan, bi bombeya gazê, fîşekên rastî û bikaranîna bombeyan êrîşî taxan kirin.
Di encama gulereşandina polîsan de Sevgîn Kargûn ku li ber mala xwe bû ji lingê xwe birîndar bû.
Kargûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Gelê navçeyê danê sibehê êrîşa polîsan şermezar kir.