Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Sêwasê karkerên findûqê qeza derbas kirin: 3 jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Bilekan a Sêwasê qezayek trafîkê qewimî. Mînîbûsa ku karkerên findûqê dibir ji kendalek kete xwarê. Di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest da, 18 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li navçeya Bilekan a Sêwasê, li devera Gemînbelî ya Şarkoyê qewimî.

Mînîbûsa ku ji Rihayê ber bi Ordûyê ve ji bo berhevkirina findûqan diçû û tê de karkerên çandiniyê yên demsalî hebûn, ji ber sedemek ku hêj ne diyar e ji kontrolê derket û ji kendalek ket. Nasnameya şofêr û plakaya mînîbûsê hêj nehatine eşkerekirin.

Li gorî destnîşankirinên destpêkê, di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 4 ji wan bi giranî tevahî 18 kes birîndar bûn.

Piştî bûyerê, komên tenduristiyê, leşker, agirkuj û AFAD ber bi cihê qezayê ve hatin şandin. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Bilekan û Zara.