Li Serêkaniyê 25 çete hatin kuştin

Li Serêkaniyê 25 çete hatin kuştin

Li başûrê bajarê Serêkaniyê 25 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û 2 wesayîtên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin.

Li gorî çavkaniyên YPG'ê, şervanên YPG'ê li gundên El-Nugra û Temadê yên başûrê bajarê Serêkaniyê li dijî 2 wesayîtên leşkerî yên çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek bi bandor li dar xistine. Di encamê de her du wesayît hatine rûxandin û 25 çete hatine kuştin.