Li Şengalê hewcedarî bi xurek û alîkariya mirovahî heye
Li Şengalê hewcedarî bi xurek û alîkariya mirovahî heye
Li Şengalê hewcedarî bi xurek û alîkariya mirovahî heye
Têkoşîna jiyanê ya dijwar ku gelê Şengalê dimeşîne, bi girtina korîdoara ewlehiyê re girantir bû.Li Şengalê bi taybet hewcedarî bi alîkariya mirovahî û xurekê heye.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku gelê Şengalê têkoşîna jiyanê bi zehmetiyên mezin dimeşîne û herî dawî bi girtina korîdora ewlehiyê re pirsgirêk girantir bûne.
Fermandariya HPG’ê destnîşna kir ku bi taybet hewcedarî bi alîkariya xurek û mirovahî heye û wiha berdewam kir: “Ji ber ku korîdor girtiye nêzî 10 hezar mirov bi pirsgirêkên xwedîbûn, xurek û tenduristiyê re rû bi rû ne. Di vê rewşê de peywir û berpirsyarî ya saziyê mirovahî ya navneteweyî ye.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em wek HPG’ê bi YBŞ’ê re jib o azadbûna Şengalê têkoşîna xwe bi her awayî dimeşînin.Di berxwedana li Şengalê berdewam dike de gelek qad di bin kontrola gerîlayan de ye. Bi nûçeyên şaş û qirêj şerê psîkolojîk di dewrê de ye. Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê her diçe mezin dibe.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê hemû rêxistin, sazî û eşîrên li Şengalê bi heman feraset û nêzîkatiyê xwedî li vê têkoşînê derkevin û peywira xwe bînin cih.