Li pey dayîka xwe ya winda çû winda bû

Li pey dayîka xwe ya winda çû winda bû

Ciwanê bi navê Kawa Mehemed Silêman ku li bajarê Helebê ji bo fêrbûna aqûbeta dayika xwe ya winda bûye ji malê derket, winda bû.

Li gorî agahiyên ku malbatê dane, jina bi navê Ferîde Mihemed Silêman di 20'ê tebaxa 2013'an winda bû. Piştî 6 rojan ango di 26’ê tebaxê de kesekî endamê koma çete ya girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanîku li taxa Seken El-Şebabî bi cih bûne, bi riya telefonê li kurê Ferîdê Kawa Mehemed Silêman geriya. Heman kesî ji Kawa re got ku dayîka wî li ba wane û jê xwest ku biçe dayika xwe bibe. Li ser vê yekê Kawa Mihemed Silêman çû cihê hatiye gotin, lê careke din venegeriya.

Malbatê diyar kir ku li gel hemû lêgerînên wan jî tu agahî nehatine bidestxistin bang li hemû kesî kir ku agahiyek girtibin bi riya telefonê li wan bigerin. 0936294987