Li Pakîstanê 8 kes hatin kuştin
Li Pakîstanê 8 kes hatin kuştin
Li Pakîstanê 8 kes hatin kuştin
Li nêzî bajarê Quetta yê Pakîstanê di encama êrîşeke çekdarî ya li hemberî otobuseke Şîa de 8 kes mirin.
Li nêzî bajarê Quetta yê li eyaleta Belucîstan a Pakîstanê, otobusek ji welatiyên Şîa, rastî êrîşekê hat û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Du kesên êrîş pêk anîn, ji cihê bûyerê reviyan. Ji rêveberên polîsê herêmî Îmran Kureşî got, "Sibeha Pêncşemê, 8 Şîayên ji pêkhateyên Hazara, di vegera ji bazarê de mînîbusa wan rastî êrîşê hat." Di êrîşê de kesek jî birîndar bû.
Şefê polîsê herêmî Abdulrezzak Şema jî diyar kir ku 8 kes bi fîşekên li serî ketî, jiyana xwe ji dest dane.