Li Munîh û Hamburgê çalakiyê edaletê

Li Munîh û Hamburgê çalakiyê edaletê

Ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku meha Çileyê li Fransa hatibûn qetilkirin, çalakiyên edaletê li bajarên Hamburg û Munîh ên Almanyayê berdewam kirin.

Di çalakiya 40’mîn ya di pêşengiya Meclisa Jinan ya Rojbîn li Hamburgê de pêkhat hate gotin ku, li rexmî 10 meh li ser komkujiyê re derbazbûn jî hêjan Fransayê derbarê komkujiyê de ti daxuyanî nedane û ev nayê qebûl kirin.

Jinên Kurdistanî dane diyarkirin ku, heta kujer nederkevin beramberî dadgehê ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin û hate gotin ku, bêdengiya hêzên serdest çavkaniya xwe ji hevkariya wan digire. Di mitîngê de bênavber sloganên “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin û belavokên bi zimanê Almanî hatin belavkirin.

Di dema çalakiyê de di çarçoveya kampanya azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin.

MUNÎH

Kurdistaniyên ku li ber Konsolosa Fransa ya li bajarê Munîh yê Almanyayê hatin gel hev, xwestin demek ji demekê zûtir komkujiya Parîsê were ronî kirin.

Çalakî bi slogan “Bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc tê” pêkhat. Ciwanên endamên Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) di çalakiyê de bizimanê Almanî belavok belavkirin û dîtinên “Li rexmî li ser qetilkirina 2 jinên şoreşger ên Kurd re 9 meh zêdetir derbazbû jî hêjan hikumeta Fransayê bêdengiya xwe diparêze. Ev bêdengî tê wateya hevkariya sûc.”

Di axaftinê de hate bibîrxistin ku, têkiliya Omer Guney bikomeleyên nijadperest ên Munîh û derdorê wê hene, ev ji aliyê rayedarên Alman ve jî tê zanîn û bang kirin ku, derbarê Almanyayê de jî lêpirsîn were vekirin.