Li Munchenê çalakiya ji bo HDP'ê

Li bajarê Elmanya Munchenê, ji bo destekkirina HDP'ê bi beşdariyeke girseyî çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Prof. Dr. Mahmût Togrûl jî amade bû.

Di çalakiya ji aliyê Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Munchenê ve hat organîzekirin de, li ser navê saziyê Şerafettîn Akbîngol peyivî. Akbîngol da xuyakirin ku li hemberî her şêwe zext û zordariya AKP'ê, wê gelê Kurd bi rêjeyeke gelekî bilind bi ser bikeve û diyar kir ku divê her kes bi fedekarî tevlî xebatên hilbijartinê bibin. Akbîngol bang li her kesî kir ku ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dengê xwe bi kar bînin.

Li dû Akbîngol Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Togrûl axivî û destnîşan kir ku girîng e hilbijêrên li Ewropayê ji sedî sed dengê xwe bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin. Togrûl got, "Em girîngiyê didin hewldan û tevkariya gelê me yê li Ewropayê. Ji ber ku dengên ji derveyî welat tên, tevkariyeke girîng li encamên li Tirkiyeyê dikin. Bi dengên ji vê derê hatî re me parlamenter qezenç kirin."

Togrûl bal kişand ser komkujiya sivîlan û berxwedana gel a li Cizîrê û da zanîn ku dewletê li hemberî gelê Cizîrê şerekî topyekûn meşandiye û gel jî li dijî vê li ber xwe daye.

Togrûl anî ziman ku AKP û hikûmeta Erdogan nekarîne xwe li serketina berxwedana Rojava û hebûna Kurdan a li wir rabigirin û got, "Em dixwazin her kesên li erdnîgariya Anatoliyê dijîn, bêyî biguherînin û zorê lê bikin, di nava çandeke jiyana bi hev re de kom bikin. Di desthilatdariya 13 salan a AKP'ê de li Tirkiyeyê civak li hemberî hev hatiye şerkirin û bi dijberkirina gelan re AKP'ê hewl daye xwe xwedî bike. Bi projeya HDP'ê re em berevajî vê yekê, jiyaeke aştiyane ya gelan pêşkêş dikin."

...