Li Misirê xebatên makeqanûna nû hat rawestandin
Li Misirê xebatên makeqanûna nû hat rawestandin
Li Misirê xebatên makeqanûna nû hat rawestandin
Li Misirê Komîsyona ku makeqanûnê li ber çavan derbas dike, diyar kir ku duh di operasyonên pêk hatin de bi armanca ku şîdeta polîsan û binçavkirinan protesto bikin xebat dane sekinandin.
Duh li Misirê piştî êrîşa bombeya gazê û ava şid ya polîsan 60 kes hatin binçavkirin. 10 kesên ji endamên komîsyona ku makeqanûnên li ber çavan derbas dikin de, bi armanca binçavkirinan protesto bikin xebat dan rawestandin.
Li Misirê qanûna ku dê çalakiyên protestoyî qedexe bike di meriyetê de ye. Bi hinceta ku tevli xwepêşendanên bê destur duh 60 kes hatin binçavkirin. Çalakgeran ev guherîna di makeqanûnê de protesto dikirin.
10 endamên komîsyona ku makeqanûnên li ber çavan derbas dikin ji ber binçavkirinan û êrîşa polîsan xebatên xwe dan rawestandin.
Li gorî qanûna nû kesên çalakiyan pêk bînin divê 3 roj berê rayedaran agahdar bike. bi vî awayî dê rewş bê nirxandin û biryara destur bê dayîn an na dê bê dayîn.
Rêxistina Efuyê ya navnetewî ew pêkanîn rexne kir û got ev rê li ber şîdeta polîsan vedike.