Li Marsîlya û Braûnschweîgê civînên gel ên li ser rewşa Ocalan

Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda giran, li bajarê Marsîlya yê Fransayê û bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê bi civînên gel hatin vegotin.

Civîna li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi tevlîbûna parêzerê Ocalan Mazlûm Dînç pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê dest pê kir.

Dînç da xuyakirin, ku ji sala 1999'an û vir ve tecrîda li ser Ocalan dewam dike û anî ziman, li Îmraliyê hiqûqa Tirkiyeyê bi xwe derbas nabe û mafên bingehîn tên astengkirin. Dînç da zanîn, hikûmeta AKP'ê pêşî li mafên bingehîn ên mîna hevdîtina parêzeran-malbatê digire û destnîşan kir, ku ev yek weke rêbazeke şantajê tê bikaranîn.

Dînç bibîr xist, piştî hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd re, ku di 11'ê Îlonê de pêk hat, weke malbat û parêzeran wan xwestin hevdîtinê bikin, lê belê ev serlêdana wan hat redkirin. Dînç got, "Pêkhatina hevdîtina bi birayê Ocalan re nayê wê wateyê ku tecrîd qediya ye. Heta ku sîstema Îmraliyê neyê parçekirin, tecrîd û îşkenceya li ser Ocalan naqede."

BRAÛNSCHWEÎG

Li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê, di civîna gel de tecrîda li ser Ocalan hat nirxandin. Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Peîne hat organîzekirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal beşdarî civînê bû û li ser rewşa dawî ya Ocalan agahî da.

Civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qediya.

...