Li Lyonê panela hilbijartinê
Panelek hilbijartinê li bajarê Lyonê yê Fransayê hate lidarxistin. Di panelê de Parlamentera HDP’ê ya Agirîyê, Leyla Zana axivî.

Di çarçoveya bernameya hilbijartinê ya derveyî welat de HDP’ê li bajarê Lyonê yê Fransayê panelek li dar xist. Piştî rêzgirtinê, Parlamentera HDP’ê Leyla Zana axaftin kir. Zana diyar kir ku hilbijartinên 1’ê Mijdarê girîng in, hilbijartin jî têkoşîn e û wiha domand: “ Xeta me têkoşînek pir alî ye. Bi hejmarek kêm kadroyan ve em ketin vê xeta têkoşînê. Bê ku em bisekinin, em xebitîn. Projeya HDP’ê, me di xeta Birêz Ocalan de xist meriyetê.”
Zana destnîşan kir ku di 7’ê Hezîranê de serketina bi dest xistine, pergal ne li bendê bû, Zana diyar kir ku di nav gelan de ronahiya hêviyê ava bûye.
Leyla Zana anî ziman ku bi her nasnameyê têkoşîna demokrasiyê dimeşînin û got ku hilbijartinên 1’ê Mijdarê jî ji yên 7’ê Hezîranê gelekî girîngtir in.
Panela pêkhateyên HDP’ê piştgiriya wê dikir, piştre bi pirs û bersivan berdewam kir. Nêzî 300 kesî tevlî panelê bûn.