Li Îranê zarokê kurd yê 15 salî bi hinceta kaçaxvaniyê dike hat qetilkirin

Li Îranê zarokê kurd yê 15 salî bi hinceta kaçaxvaniyê dike hat qetilkirin

Hêzên rejîma Îranê li herêma Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê zarokê kurd yê 15 salî bi hinceta ku bazigraniya sînor kiriye, înfazkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di 30 cotmehê de saet di 17.00’an de li sînorê di navber Serdeşt û Başûrê Kurdistanê de ye, zarokê kurd yê bi navê Mewlud Hemzeyî ku malên bazirganiyê dibir, ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Hat hînbûn ku Hemzeyî qeydê nifûsa gundê Qelereşê ya girêdayê Serdeştê ye. Li gorî çavkaniyên li Rojhilatê Kurdistanê weşandê dike 7 kaçaxvan hatine kuştin.

NY’ê hefteya borî rapora der barê binpêkirinên mafan yên Îranê de raporek aşkera kir û da zanîn ku bi hinceta kaçaxvaniyê dikin 70 kurd hatine kuştin û 68 jî birîndar bûne. Hat hîn bûn ku ev mirin li herêmên Urmiye, Sîne û Kirmaşanê pêk hatine.

Her wiha di raporê de li ser mayînên dij personel ku ji aliyê peymanên navnetewî li Kurdistanê hatine qedexkirin jî sekin û da zanîn ku li herêma Erebakincî ya eyaleta Kuzîstan , Urmiye, Sîne, Kirmaşan û Îlamê 20 mîlyon mayîn hene. Di van mayînan de rojê du kes dimirin û ji sedî 40’ê wê di bin temenê 14’yî de ne.

ANF bi salane balê dikişîne ser înfazan. Rejîma Îranê her sal bi dehan kesî li sînor qetil dike. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Îranê di 2012’an de 37 kes hatine qetilkirin. Lê wisa tê texmîn kirin ku hejmar rast cudaye.