Li Herne û Kolnê çalakiya kon tê lidarxistin
Li Herne û Kolnê çalakiya kon tê lidarxistin
Li Herne û Kolnê çalakiya kon tê lidarxistin
Li bajarên Elmanya Herne û Kolnê, bi çalakiyan wê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û Kobanê bên şermezarkirin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê û Şengalê, Kurdên li Elmanyayê herikand nava kolanan. Kurdên ku bi rojane li ser piyan e, bi xwepêşandanan êrîş û komkujiyan şermezar dikin. Kurdistaniyên li bajarên Koln û Herne yên Elmanyayê dijîn, bi çalakiyên kon, balê dikşînin ser komkujiyên li Şengal û Kobanê.
Li navenda Herneyê wê îro kon bê vedan û sibê bi dawî bibe. Çalakiya kon a ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Essenê û Komeleya Silava ve tê organîzekirin, wê saet di navbera 14:00 û 19:00 de bê lidarxistin. Kurd dixwazin bi vê çalakiyê re mirovên li bajêr dijîn der barê Kobanê û Şengalê de agahdar bikin. Roja Şemiyê jî wê li bajarê Gelsenkirchenê meşeke girseyî bê lidarxistin.
Li bajarê Kolnê jî wê kon tevahiya rojê vekirî be. Kon wê li ber dêra Domê ya dîrokî bê vedan û der barê rewşa Şengal û Kobanê de raya giştî bê agahdarkirin.