Li herêma Kolnê Kurd daketin qadan

Li herêma Kolnê Kurd daketin qadan

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) û Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) li herêma Kolnê rêze çalakî hatin lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina komkujî û êrîşên rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ ên li hemberî Şengal û Kobanê, Kurdan roja Pêncşemê li navenda Kolnê û gelek bajarên li vê herêmê çalakî lidar xistin.

Li ber stasyona trenê ya navendî ya Kolnê saet di navbera 11:00-22:00 kon hat vedan û belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de li ser trajediyên Şengal û Kobanê dowîz û wêne hatin vekirin û ji bo dawîanîna li vê dramê banga piştevaniyê hat kirin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê Ayten Karadag li vir axaftineke kurt kir û got, "Li Şengal û Kobanê li ser navê mirovahiyê, şerek tê kirin. Li gel vê yekê jî gelek welat hînê li pêşberî komkujiyan bêdeng in. Ev nayê qebûlkirin."

Karadag di dewama axaftina xwe de got, "Rasthatinek nîne ku rêxistinbûyîneke mîna DAIŞ'ê di nava demeke ewçend kurt de ewqasî mezin bûye. Di serî de hikûmeta AKP'ê gelek welatan alîkariya çek û lojîstîkê dan van çeteyan." Çalakiya kon, bi dirûşman bi dawî bû.

Li meydana Elisenbrunnen a bajarê Aachenê jî, konê Kurdan ê hatiye vedan roja çaremîn li dû xwe hişt. Her roj bi sedan kes diçin serdana kon. Çalakî wê îro bi meşeke girseyî bi dawî bibe. Meş wê saet di 17:00 de li kolan Mensayê destpê bike. Komîteya amadekar banga tevlîbûnê kir.

Navnîşaneke din a çalakiyan Bergische Gladbach bû. Di standa agahdarkirinê ya roja Pêncşemê li bajarê hat vekirin de, trajediyên mirovahiyê û êrîşên li hemberî Şengal û Kobanê hatin vegotin û piştgirî hat xwestin. Çalakî rastî eleqeyeke mezin a Elmanan hat. Standa li ber Rheinischer Galeri hat vekirin, heta saet 19:00 dewam kir.

Kurdên li bajarê Frechenê dijîn jî heman rojê li dora kon civiyan. Çalakiya kon saet di navbera 09:00-18:00 de hat lidarxistin û rastî eleqeyeke mezin hat. Di çalakiyê belavokek bi zimanê Elmanî hat xwestin û banga hişyariyê li raya giştî hat kirin.