Li Herêma Euro 19 mîlyon kes bêkar in!
Li Herêma Euro 19 mîlyon kes bêkar in!
Li Herêma Euro 19 mîlyon kes bêkar in!
Bêkariya li Herêma Euro di meha Îlonê de careke din rekor şikand û gihaşt ji sedî 12,2 ê nifûsa aktîf.
Di daxuyaniya îro ya Ofîsa Statîstîkan a Yekitiya Ewropayê (Eurostat) de, rêjeya bêkariyê li Herêma Euro di meha Îlonê de gihaştiye ji sedî 12,2'an.
Bi vê rêjeyê re diyar e ku li 17 welatên Herêma Euro 19,4 mîlyon kes bêkar in. Li gorî heman demê ya par rêjeya bêkariyê nêzî mîlyonekê (996 hezar) kes zêde bû û gava ev yek bi meha Tebaxê re were hevber dê were dîtin ku 60 hezar bêkarên nû li vê nifûsa bêkaran zêde bûye.
Welatên ku herî zêde ketine bin bandora bêkariyê Spanya û Yewnanîstan in, ku krîzê li wan dabû der. Li van herdu welatan ji her çar mirovên aktîf yek jê bêkar e, ji her du ciwanan yek bêkar e.
Welatên ku herî kêm bêkarî lê heye bi rêjeya ji sedî 4,9 Awûstûrya bi rêjay ji sedî 5,2 Elmanya û bi rêjeya ji sedî 5,9 Luksembûrg di rêzên destpêkê de cih digirin.