Li Helebê pevçûn û alozî didomin
Li Helebê pevçûn û alozî didomin
Li Helebê pevçûn û alozî didomin
Şer û pevçûnên li Helebê û alozî hîn didomin. Taxên Kurdan hîn jî dibin dorpêçkirina çeteyên DAIŞ'ê û rêjîma Baas de ne. Jiber pevçûnên ku li derdora girtîgeha Muslimiyê di navbera çekdarên oposîzyonê û rêjîmê de derdikevin rewşa girtiyan dijwartir dibe. Hêzên rejîmê her wiha rojhilat û bakUrê bajar bombebaran dikin.
Taxên Kurdan ên bajarê Helebê yên wekî taxa Şêxmeqsûd ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û rêjîma Baasê ev demeke hatine dorpêçkirin û di bin ambargoyê de ne. Rejîm û çete nahêlin ku madeyên xwarinê derbasî van taxan bibin. Di van du rojên dawî de piştî xebatên komîteya çareserkirina xeta ceyranê, li hin deverên taxê ceyran heye û komîteyên xizmetê ji bo çareserkirina pisgirêkan karê xwe didomînin.
Li aliyekî din girtiyên li girtîgeha Muslimiyê ev 8 meh in, ji ber şerê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û çekdarên opozîsiyonê, hêzên opozisyonê û hêzên rejîmê yên li derdora girtîgehê de, di rewşeke dijwar de jiyan dikin. Di van mehan de gelek girtî ji ber sedemên birçîbûnê, tenduristî, nexweşî û êrîşên li ser avahiyê jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha li taxa Bustan Qesir jî di navbera hêzên opozisyonê û rejîmê de şer derket. Hate gotin ku hêzên rejîmê tax bombebaran kiriye. Piştî ku rêya taxa Bustan Qesir ji aliyê çekdarên Opozîsiyonêve hate girtin, tabûrên çavdêriya vê riyê dikin, biryar girtin ku her roj di navbera saet 10.00 û 12.00'an rê ji bo alîkariyên mirovahî bê vekirin.
Li herêmên rojhilat û bakurê Helebê jî ji aliyê rêjîmê ve tê bombebarankirin. Hate gotin ku hêzên rejîmê bajaroka Enedanê bi balafiran bombebaran kiriye û di encamê de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Li aliyê din çekdarên Opozîsiyonê jî bajarokên Zehraa û Nubil topbaran kirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li rojhilatê bajar jî hêzên rêjîmê derdora balafirgeha leşkerî ya Neyreb bombebaran kir. Di encamê de gelek ziyan gihîşt tabûrên opozisyonê yên ku balafirgeh dorpêç kirine.